Kombûna Zenûbiya piştgirî da pêngava alîkariyê ya ji bo Xezayê

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê piştgiriya xwe bi pêngava mirovî ya ji bo gihandina alîkariyên lezgîn ji şêniyên Xezayê re nîşan da.

Kombûna Zenûbiya piştgirî da pêngava alîkariyê ya ji bo Xezayê
18 tebax, 2025   15:39
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngava piştgiriya şêniyên Xezayê re ragihandin.  Daxuyanî li navenda meclisa kombûnê ya li bajarê Reqayê bi beşdarbûna endamên meclisê, Nûnerên Hevgirtina Al El Beyt a Kongreya Îslama Demokratîk, ji aliyê Esmehan Şeban ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dorpêça li ser Xeza û ambargoya li ser gelê wê hatiye ferizkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de piştgiriya bi pêngava alîkariya bi şêniyên Xeza re hatiye destpêkirin, hate nîşandan, ku ji aliyê jinên Ewropa ve hatiye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêngava piştgiriya bi Xezayê re însyatîfa mirovî ya rihê berpirsyariyê nîşan dide.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mavê mirovî û saziyên hiqûqî hate kirin ku di zûtirîn dem de tevbigirin da alîkariyên mirovî bighînin jin û zarokên li Xezayê. Her wiha bang hate kirin ku dorpêça li ser Xezayê demildest were rakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê destnîşan kir ku ew bawer dikin hevgirtina mirovî çeka herî bi hêz a li dijî şert û mercên herî zehmet e.

Hêjaye bîrxistinê li 44 welatên cîhanê rêxistinên civaka sivîl bi diruşma “Ji bo te” pêngaveke berfireh a piştgiriya şêniyên Xezayê dane destpêkirin. Ev pêngav li dijî siyasetên dorpêçê û birçîkirinê hatiye destpêkirin ku ji aliyê Îsraîlê ve li ser şêniyên Xezayê hatiye ferzkirin.

(dc)

ANHA