Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe

Ji ber ku mazot pir biha bûye û xelk nikare wekî salên borî sotemeniyê peyda bike, gelek malbatan berê xwe daye kirîna amûrên elektrîkê da ku xwe pê germ bikin. Lê ev çareserî jî bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû maye.

Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe
Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe
Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe
Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe
Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe
Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe
Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe
Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe
Şêniyên Kobanê: Bi bihabûna mazotê û qutbûna elektrîkê re rewşa jiyanî xirab dibe
13 mijdar, 2026   07:45
KOBANÊ

Bi hatina zivistanê re, şêniyên Kobanê rû bi rûyî zehmetî û krîzên giran ên jiyanî ne. Welatî ji ber bihabûna zêde ya mazotê û kêmbûna wê, gazinan dikin ku ev yek rê li ber astengiyên mezin di peydakirina germkirinê de vedike.

Ji ber ku mazot li bazaran pir biha bûye û xelk nikare ji bo zivistanê dabîn bike, piraniya malbatan berê xwe daye kirîna amûrên germkirinê yên elektrîkê wekî çareseriyeke alternatîf. Lê ev hewldan jî rû bi rûyî astengiyeke mezin bûye, ji ber ku di demên dawîn de qutbûna elektrîkê pir zêde bûye û saetên hatina wê pir kêm bûne. Ji bo vê jî şêniyên Kobanê bi gazin in û ji ajansa me re axivîn.

Mihemed Osman der barê bihabûna mazotê û kêmbûna seatên kehrebeyê de diyar kir ku wan berê xwe daye amûrên elektrîkê yên germkirinê, lê vê carê jî ji ber qutbûna elektrîkê nikarin bi kar bînin û got: "Bihabûna mazotê jiyana me pir zehmet kiriye, êdî em nikarin pêwîstiyên bingehîn yên malên jî bikirin.”

Osman diyar kir ku bandora bihabûna mazotê tenê li ser germkirinê nîn e, her wiha bandoreke xirab li çandiniyê û tendurustiyê jî dike.

Osman anî ziman ku derman jî pir biha bûne û got: "Ev rewş dibe sedem ku em bikevin nav qeyranên pir mezin. Di vê zivistanê de em ê çawa xwe germ bikin? Her tişt biha bûye, mirovên feqîr êdî nikarin tiştekî bikirin."

Mehmûd Hecî Henan diyar kir ku di salên borî de Rêveberiya Xweser her tim mazota zivistanê di wextê wê de li welatiyan belav dikir, lê îsal rewş bi temamî guheriye û got: “Îsal piştî ku buhayê mazotê pir bilind kirin, em nikarin xwe amade bikin û em nikarin bi vî buhayî bikirin. Di vê sermayê de em ê çawa vê zivistanê bê mazot derbas bikin?”

Hecî Henan destnîşan kir ku ne tenê mazot, êzing jî pir biha bûne û gihaştine asta mazotê. Welatî di nav tirs û fikaran de ne ku dê çawa zarokên xwe ji sermaya dijwar biparêzin û got: "Em wek malbat û xelkê Kobanê şaş û heyirî mane ku em ê çawa zivistanê derbas bikin.”

Mihemed Bozan diyar kir ku ji ber bihabûna mazotê liv û tevgera li bazarê rawestiyaye û kes sobeyan nakire. Her wiha da zanîn ku êzing jî biha bûne û xelk nikare malên xwe germ bike.

Bozan destnîşan kir ku darên wî yên hinarê hene, lê ji ber kêmbûn û bihabûna mazotê, wî nekarî bi awayekî pêwîst li darên xwe mêze bike û di encamê de ziyaneke mezin dît. Bozan got giranbûna mazotê bandoreke neyînî li hemû aliyên jiyanê kiriye û barê welatiyan giran kiriye.

Xelkê Kobanê di vê rewşa aborî ya giran de daxwazê ji aliyên peywendîdar dike ku sotemeniyê bi buhayekî guncaw dabeş bikin da ku malbat bikarin zivistanê derbas bikin.

(so)

ANHA