Li Iraqê nêzî 6 hezar çeteyên DAÎŞ’ê tên darizandin

Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê bidawîbûna lêpirsînê û destpêkirina darizandina zêdetirî 5 hezar gûmanbarên DAIŞ’ê ragihand.

Li Iraqê nêzî 6 hezar çeteyên DAÎŞ’ê tên darizandin
2 îlon, 2026   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dadgeha Lêpirsînê ya Kerxê ragihand ku lêpirsîna 5 hezar û 704 gûmanbarên DAIŞ’ê ku di meha Sibatê de destpê kiribû bidawî bûye.

Li gorî daxuyaniyek ji Encûmena Bilind a Dadwerî, tawanbar ji 67 netewên cûda ne; di nav wan de 3 hezar û 497 Sûriyeyî, 474 Iraqî, welatiyên 19 welatên Ewropî, 16 welatên Erebî û 32 welatên din hene.

Lêpirsînê çend serçeteyên xeternak yên DAIŞ’ê di astên leşkerî, ewlehî û medyayê de destnîşan kirine, di nav wan de şeş gûmanbarên sereke hene ku rasterast beşdarî sûcên revandin, veguhastin, firotin û kolekirina jinên Êzidî bûne.

Di heman demê de, du girtiyên Fînlandî û Amerîkî û heft Iraqî ji ber tu tişt li ser wan nehatiye tesbîtkirin, hatine berdan. Her wiha prosedur di qonaxên dawî de ne ji bo berdan û radestkirina 457 girtiyên Sûriyeyî bi rêyên dîplomatîk bo welatê wan.

Encûmena Dadwerî ya Bilind ya Iraqê tekez kir ku hemû maf û garantiyên yasayî ji bo tawanbaran hatine dabînkirin; di nav wan de tayînkirina parêzeran, kirina venêrînên tenduristî, destûrdayîna serdana Xaça Sor a Navnetewî û nûnerên dîplomatîk ji bo girtiyan hene.