Li Til Temirê cenazeya 2 ciwanan hat dîtin

Piştî qutbûna agahiyan nêzî 15 rojan cenazeya 2 ciwanan li Til Temirê hat dîtin.

Li Til Temirê cenazeya 2 ciwanan hat dîtin
2 îlon, 2026   20:02
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji bajarê Til Temirê daxuyand ku cenazeyê ciwanê bi navê Ebdulqadir Xelef El Ebade yê ji gundê Erîşa yê Serêkaniyê û Seray El Ehmed ê ji gundê El Rikbê yê Til Temirê piştî 15 rojan ji qutbûna têkiliyan li derdora girê Asûrî ya bajêr hat dîtin.

Nûçegihan da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêm dorpêç kir û dest bi lêpirsînan bûyerê û sedemên mirinê kir.

(f)

ANHA