‘Serxistina pêvajoya veguhêz girêdayî beşdariya jinan e’

Hiqûqnas Rojîn Xişo anî ziman ku serxistina pêvajoya veguhêz girêdayî mîsogerkirina mafên jinan di aliyê destûrî û yasayî û xurtkirina beşdariya wan di hemû qadan de ye.

‘Serxistina pêvajoya veguhêz girêdayî beşdariya jinan e’
3 îlon, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Hiqûqnas Rojîn Xişo têkildarî beşdariya kêm a jinan di sazî, dezgehên hikumeta veguhêz, navendên biryardanê û parlamantoyê de, her wiha tundiya ku li dijî wan, ji ANHA’yê re axivî.

Rojîn Xişo diyar kir ku bêyî beşdariya rasteqîn û çalak a jinên sûriyeyî niha zehmet e ku behsa pêvajoya veguhêz a giştî û demokratîk were kirin.

Rojînê anî ziman ku jin ne tenê beşeke ku ji ber şer û aloziyan mexdûr bûne, lê beşeke esasî ya civakê ne û got, jin dikarin roleke çalak û pêşeng di avakirina biryaran, aştî û edaleta pêvajoya veguhêz de bilîzin, dûrxistina wan tê wateya dûrxistina nîvê civakê ji avakirina siberoja welêt.

Hiqûqnas Rojîn Xişo destnîşan kir ku divê beşdariya jinan di sazî, komîte û desteyên girêdayî rêvebirina pêvajoya veguhêz û nivîsandina qanûn û sazkirina siyasetê de rasteqîn be. Rojînê ji paşguhkirina dozên sereke yên jinên Sûriyeyê, dûrxistina wan ji pêvajoyê, hesabnepirsîna ji tundiya civakî û zaynetî, paşguhkirina pirsgirêk û binpêkirnên li ser jinên koçber, her wiha paşketina mafên jinên ku xwediyên xwe ji dest dan, pirsgêrkên milkiyet, mîrat, nebûna mekanîzmaya parastina civakî û pêşxistina qanûnî û aborî ya jinan di qonaxa jinûve avakirinê fikarên xwe anîn ziman.

Rojînê bal kişand ser garantiyên qanûnî yên ku mafên jinan di vê qonaxê de mîsoger bikin û got: "Ev garantî ji destûr û qanûnan dest pê dike. Divê garantî li ser bingehên wekhevî, parastina mafên jinan, mîsogerkirina temsîla wan di saziyên pêvajoya veguhêz de be. Dîsa jî divê qanûnên ku mafên jinan biçûk dikin, nebin. Qanûnên ku werin derxistin divê li gorî qanûnên nîştimanî û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan bin. A din, divê saziyên dadwerî û çavdêriyê yên serbixwe hebin da ku mudaxleyî binpêkirinan bikin."

Rojîn Xişo der barê beşdariya jinan di pêvajoya edaleta veguhêz de jî diyar kir ku divê jin di tevahî qonaxên edaleta veguhêz de wekî komîteya lêkolînkirina rastiyan, mekanîzmeya hesabpirsînê, bernameya dayîna tazîmetan ji bo mexdûran, sazkirina siyast û biryarên girêdayî edaleta veguhêz de şirîk bin, her wiha divê beşdariya rizgarbûyînan jî çalak be û tayetmendiyên ezmûnên wan li ber çavan werin girtin û hawirdoreke ewle were peydakirin da ku bê tirs û bê şer îfadeyên xwe bidin.

Hiqûqnas Rojîn Xişo di dawiya axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku divê binpêkirinên di salên şer de li dijî jinan hatine kirin, di pêvajoya edaleta veguhêz de li ber çavan bên girtin.

(bb)

ANHA