Rojnameya Ronahî 4 rûpel li beşa kurdî zêde kirin

Rojnameya Ronahî ku bi kurdî û erebî weşanê dike, 4 rûpelên din li beşa kurdî zêde kirin.

Rojnameya Ronahî 4 rûpel li beşa kurdî zêde kirin
Rojnameya Ronahî 4 rûpel li beşa kurdî zêde kirin
Rojnameya Ronahî 4 rûpel li beşa kurdî zêde kirin
Rojnameya Ronahî 4 rûpel li beşa kurdî zêde kirin
Rojnameya Ronahî 4 rûpel li beşa kurdî zêde kirin
29 mijdar, 2025   12:48
QAMIŞLO

Rojnameya Ronahî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Sûriyeyê bi zimanên kurdî û erebî weşanê dike, 4 rûpel li beşa kurdî zêde kirin. 

Rojnameya Ronahî, 27’ê Mijdarê dest bi weşana xwe ya nû kir. Di weşana nû de, 4 rûpel li beşa kurdî hatin zêdekirin û ev beş derket 12 rûpelan. Beşa erebî ya rojnameyê jî bi 12 rûpelan weşanê dike.

Li gorî agahiyên me ji rêveberên rojnameyê wergirtin, wan hem ji ber pêwîstiya pêvajoyê û hem jî pêşketina derfetên beşa kurdî, dewlemendkirina rojnameyê ev biryar daye.

Rojnameya Ronahî 16`ê Cotmeha 2011`an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest bi weşanê kir. Piştî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê (2012), rojnameyê sala 2013`an li bajarên Qamişlo û Efrînê navendên xwe vekirin. Rojname destpêkê bi awayê nêzî kovarekî derdiket. Bi demê re bi pêş ket û sala 2014’an çapên kurdî û erebî ji hev hatin veqetandin.

(bî)

ANHA