Tê gotin li Sûriyeyê 73 ton uranyoma xwezayî heye

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî destnîşan kir ku li Sûriyeyê 73 tonên metrîk ên uranyuma xwezayî heye û rayedarên berê yên Sûriyeyê têkildarî xebatên atomî tu agahî nedane Ajansa Navneteweyî.

Tê gotin li Sûriyeyê 73 ton uranyoma xwezayî heye
2 îlon, 2026   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev (sêşemê) Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî raporek belav kir û tê de dibêjê ku nêzî 73`ê tonên metrîk ên uranyuma xwezayî li Sûriyeyê heye, ji wê 55 ton bi şêweyî çîpên sotemeniyê ye û mîqdara bermayiyên û perçeyên uranyûmê jî nêzî 18 tonî ye.

Di raporê de diyarkir ku hikûmeta veguhêz 17`ê tîrmehê agahî daye wan ku cihekî bi vî awayî heye, wan jî xwe gihandiye cihê uranyuma xwezayî lê heye û lêkolîn kirine.

Ji bo kompleksa li Dêra Zorê ajansê anî ziman ku Îsraîl 2007`an ew komplêksa çêkirina atomê wêran kiriye.

Ajansê di berdewamiya raporê de anî ziman ku li Sûriyeyê xebatên çêkirina atomê hebû û rayedarên berê yên Sûriyeyê agahî nedane wan ku kompleksên çêkirina sotemeniyê, made hene û dixebitin.

Di raporê de tê gotin ku ajansê çend cihên ku bi projeya Dêra Zorê ve girêdayî dîtine û li wêderê li ser madeyên atomê dixebitin û depo dikin.

Li gorî raporê ajansê ji berî çend salan de destbi lêkolînê kirine û derbarê bernameya atomê ya sîstema berê ya Sûriyeyê belge komkirine û dê madeyên atomê yên di destê wan de lêkolîn bikin.

(np)