Li Hesekê navendek ji bo astengdaran hat vekirin

Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşepêdanên Mirovî ya Astengdaran navenda xwe li bajarê Hesekê vekir.

Li Hesekê navendek ji bo astengdaran hat vekirin
Li Hesekê navendek ji bo astengdaran hat vekirin
Li Hesekê navendek ji bo astengdaran hat vekirin
Li Hesekê navendek ji bo astengdaran hat vekirin
31 tîrmeh, 2025   15:12
HESEKÊ

Bi armanca başkirina rewşa astengdaran û hêsankirina tevgera wan, pêşkêşkirina xizmetên mirovî û dermankirinê, Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşpêdanên Mirovî ya Astengdaran îro bi merasîmekê navenda xwe li tax Miftî ya bajarê Hesekê vekir. Di merasîmê de endamên saziyên sivîl, rêxistinên mirovî û yên jinan amade bûn.

Navend hefteyê 3 rojan ji saet 08.00’an heya saet 16.00’an ji bo astengdarên 7-35 salî vekirî ye. Li navenda dê dermankirina fîzîkî pêşkêşî astengdaran werin kirin û dersên wekî wênesazî û muzîkê werin dayîn.

Der barê xebatên navendê de, rêvebera navendê Şeyma Kerko ji ajansa me re axivî û got: "Rêxistina Nûdem perwerde û geşepêdanê pêşkêşî zarokan dike. Her wiha semînerên li ser rêbazên dan û standina bi astengdaran re dide."

Şeymayê diyar kir ku li navendê pisporên otîzm, atrofiya navxweyî û derveyî û sendroma down hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her astengdarek li gorî rewşa xwe dê li ser rêbazên fêrbûnê, çawaniya xwarin û vexwarin û meşê were perwerdekirin."

(bb)

ANHA