Li Şamê têkilî bi ciwanekê re qut bû û 2 kes hatin girtin

Li taxa Ceremana ya Şamê têkilî bi jineke ciwan re qut bû. Hemwextî wê jî jinek û mêrek li bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatin girtin.

Li Şamê têkilî bi ciwanekê re qut bû û 2 kes hatin girtin
31 tîrmeh, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Herêma Efrînê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, diyar kir ku ji 28ˊê Tîrmeha 2025ˊan ve têkilî ji xwendekara refa 12’an Yusra Îbrahîm qut bûye. Yusra li Dibistana Nezîh Fadil El Qetan a li taxa Ceremana ya Şamê dixwîne. Dema ji dibistanê derdikeve têkilî pê re qut bûye.

Yusra ji gundê Xirbet El Werd ê Şamê ye û ew ji pêkhateya Kurd e. Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê tu agahiyên der barê cihê wê de nehatine bidestxistin.

Heman navendê aşkera kir ku hêzên Ewlekariya Giştî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 27ˊê Tîrmehê de 2 welatiyên Kurd li bendeke kontrolê ya li taxa Tişrîn a Şamê, bêyî tu belgeyên girtinê yên fermî hebin, girtin. Navendê diyar kir ku navên wan Mihemed Îbrahîm û Sebîhe (36) in. Ew ji gundê Basilê yê Efrîna dagirkirî ne. Dema ew di benda kontrolê re derbas dibûn, hatine girtin. Tu agahiyeke fermî der barê sedemên girtinê de nehatine aşkerakirin.

Malbata jina ciwan û yên her du kesên din bang kir ku demildest aqûbeta wan aşkera bikin û bang li aliyên berpirsiyar kir ku berpirsiyarên xwe yên yasayî û mirovî pêk bînin û van binpêkirinên domdar ên li dijî sivîlan rawestînin.

(fr)