Xwe kirin mertal û stasyona avê sererast kirin

Şênî û rêveberên Kobanê ku ji bo sererastkirina stasyona avê xwe kir mertal, got "Me li bendava Tişrînê êrişên dijmin şikandin. Me li stasyona Şêxlerê jî bersiveke xurt da dijmin û av berda herêmê.”

Xwe kirin mertal û stasyona avê sererast kirin
Xwe kirin mertal û stasyona avê sererast kirin
Xwe kirin mertal û stasyona avê sererast kirin
Xwe kirin mertal û stasyona avê sererast kirin
Xwe kirin mertal û stasyona avê sererast kirin
19 gulan, 2025   12:21
KOBANÊ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêxlera Jorîn ê Kobanê 13`ê Gulanê tîma tamîrkirin û sererastkirinê ya Gerînendetiya Avê ya Kantona Firatê dema stasyon tamîr dikir, kir hedef. Gelê Kobanê bi armanca ku tîma sererastkirinê bikare xwe bigihîne stasyonê û ji êrişên dewleta Tirk were parastin, berî çend  rojan xwe kir mertalên zindî û berê xwe da stasyonê. Heya ku stasyon hat sererastkirin gel nobet girt.

Hevseroka Saziya Avê ya Kantona Firatê Zozan Xelîl diyar kir ku stasyona avê ya gundê Şêxlera Jorîn stasyona sereke a Kobanê û gundên wê ye û got: "Ev stasyon avê dide zêdetirî 50 gundî (200 hezar kes). Dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Sibatê de bi balafirên şer li cihê avê xist, di encamê de stasyon bi temamî hat rûxandin. Ji bo temîrkirina stasyonê nêzî 15 rojan em di nava hewldanan de bûn. Lê dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe rê nade tîma me ku çavkaniya avê sererast bike.”

Zozanê got:  "Gelê me bi rih berxwedana Bendava Tişrînê berê xwe da gund da ku çavkaniya avê were sererastkirin. Berxwedana gelê me ji bo av û kehrebeyê bû. Bi saya gelê me stasyon hat sererastkirin.”

‘EM Ê HER TIM HERÊMA XWE JI ÊRIŞAN BIPARÊZIN’

Emîne Şêxo anî ziman ku wan ji bo parastina çavkaniyên xwe yên avê ji êrişên dewleta Tirk xwe kir metal û got: “Me xwe kir mertalên zindî û em hatin stasyonê.”

Emîneyê wiha lê zêde kir: “Ji bo parastina av û kehrebeya xwe ji êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker em ê her tim li ber xwe bidin. Cîhanê çavê xwe ji van êrişan re girtiye û xwe bê deng kiriye.”

Her wiha hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Kobanê Ehmed Oso destnîşan kir ku ew ê her tim xwe bikin mertal ji bo ku xwe ji êrişên çeteyên dewleta Tirk biparêzin û got: “Gelê Kobanê û gundewarên wê xwe kir mertal û çû cihê stasyonê. Me stasyon çêkir û av berda. Ev yek ji êrişên dijmin re bi xwe bersiveke xurt e ku em ê her tim îsbat bikin ku em hêza herî xurt in. Em hene û em ê her tim hebin. Çawa ku gel û şervanan bi berxwedana xwe bi serketin, em ê her tim bi ser bikevin.

STASYONÊ GELEK ZIRAR DÎTIYE

Xebatkarê Saziya Kehrebê ya Kobanê Mehmûd Şêx Mihemed da zanîn ku stasyona avê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek zirar dîtiye û got: “Bi saya berxwedana gelê me ku xwe kir mertal û hat cihê stasyonê, me stasyon sererast kir û av peyda kir."

(bb)

ANHA