Li Helebê  têkildarî "rola Kurdan li Bîlad Şamê û Misrê" semîner

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi navê "Rola Kurdan li Bîlad Şam û Misrê" bi amadebûna rewşenbîr û siyasetmedaran semînerek hat dayîn. Di semînerê de bal li ser qonaxên dîrokî yên ku tê de Kurdan dîroka herêmê hûnandiye, hat kişandin.

Li Helebê  têkildarî "rola Kurdan li Bîlad Şamê û Misrê" semîner
Li Helebê  têkildarî "rola Kurdan li Bîlad Şamê û Misrê" semîner
Li Helebê  têkildarî "rola Kurdan li Bîlad Şamê û Misrê" semîner
Li Helebê  têkildarî "rola Kurdan li Bîlad Şamê û Misrê" semîner
Li Helebê  têkildarî "rola Kurdan li Bîlad Şamê û Misrê" semîner
Li Helebê  têkildarî "rola Kurdan li Bîlad Şamê û Misrê" semîner
Li Helebê  têkildarî "rola Kurdan li Bîlad Şamê û Misrê" semîner
5 mijdar, 2025   16:25
HELEB

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî semînerek bi navê "Rola Kurdan li Bîlad Şam û Misrê" li navenda malbendê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê da. Di semînerê de rewşenbîr û siyasetmedar amade bûn.

Mamosteyê dîrokê û endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Mihemed Şêx Qenber sermîner bi rê ve bir û li ser qonaxên dîrokî yên ku Kurdan tê de roleke sereke di hûnandina dîroka herêmê de lîstiye, bi taybet di warên siyasî, aborî û civakî de, axivî.

Şêx Qenber diyar kir ku analîzekirina realîstan û delîlên dîrokî bi xwepartina li jêderên lêkolînên zanistî diyar dikin ku şûnwarên Kurdan di serdemên kevin ên Partan de heta bi serdemên Îslamî hene.

Şêx Qenber hin kesayetên Kurd ên ku di dîroka herêmê de xwedî rolên sereke bûn, weke şahbanoya Misrê Nefertîtî, waliyê Misrê Mihemed Paşa, damezirînerê dewleta Eyûbî Selaheddîn Eyûbî, yekemîn wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Yûsif El Edme û fermandarê Şoreşa Mezin a Sûriyeyê Îbrahîm Henano û bi dehan navên din, bi bîr xistin.

Di berdewama axaftina xwe de Şêx Qenber destnîşan kir ku peymana Sykes-Picot ji bo gelê Kurd krîzek bû û Kurdistan kir 4 parçe û got: "Li hemberî wê peymanê berxwedan hat meşandin û heta niha didome."

Di dawiya semînerê de girîngî bi domandina destkeftiyên Kurdan bi rêya rûniştandina aştî û demokrasiyê hat dayîn.

(mh/fr)

ANHA