ˋArmanca Konferansa Yekitiya Esnafan pêşxistina aboriya civakî yeˊ

Xebatên konferansa damezirîner a Yekitiya Esnafan bi beşdariyeke girsey ya saziyên fermî û civaka sivîl didome. Di konferansê de girîngî ji bo birêxistina bazarê li ser bingehên civakî û avakirina aboriya demokratîk-exlaqî ku beşdariya tevahî pêkhateyên civakê misoger dike hat dayîn.

ˋArmanca Konferansa Yekitiya Esnafan pêşxistina aboriya civakî yeˊ
ˋArmanca Konferansa Yekitiya Esnafan pêşxistina aboriya civakî yeˊ
ˋArmanca Konferansa Yekitiya Esnafan pêşxistina aboriya civakî yeˊ
ˋArmanca Konferansa Yekitiya Esnafan pêşxistina aboriya civakî yeˊ
ˋArmanca Konferansa Yekitiya Esnafan pêşxistina aboriya civakî yeˊ
ˋArmanca Konferansa Yekitiya Esnafan pêşxistina aboriya civakî yeˊ
ˋArmanca Konferansa Yekitiya Esnafan pêşxistina aboriya civakî yeˊ
5 mijdar, 2025   16:53
HESEKÊ

konferansa damezirîner a Yekitiya Esnafan bi dirûşma “Bi rêxistinkirina bazara civakî em civakeke demokratîk û azad ava bikin" li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê dewam dike.

Di konferansê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jinan, kesayetên olî, akademîsyen, nivîskar, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û metranê Cizîr û Firatê ê Suryanên Ortodoks Mar Morîs Emsîh beşdar bûn.

ˋROLA YEKITIY ESNAFAN DI BIRÊXISTINKIRINA BAZARA CIVAKÎ DE ˊ

Piştî axaftina hevseroka Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Henîfe Mihemed û axaftina hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebduselam Mehmûd axivî û got: "Konferansa damezerîner a Yekitiya Esnafan ruhê xwebirêxistinkirinê û civakî di yek girîngtirîn qadên jiyanê de, ku ew jî warê aborî û bazarê ye, nîşan dide. Ji ber têkiliyên rojane yên di navbera ferdên civakê de tên nûkirin, îstîqrar û edaleta civakî tê avakirin."

ˋABORIYA AZAD Û BIRÊXISTINKIRINA CIVAKÎˊ

Mehmûd diyar kir ku Yekitiya Esnafan stûna bingehîn a rêveçûna aboriya civakî ya demokratîk e, ne tenê di çarçoveya pîşeyî de, lê ew derbirîna hişmendiya civakî ye ku dikare jiyana xwe ya aborî bi rêxistin bike.

Rêber Abdullah Ocalan di vê warî de got, ˋAboriya azad aboriya civaka birêxistinkirî ye, ne aboriya qezenca takakesî yeˊ.

Mehmûd da zanîn ku civaka ku ne xwedî biryara xwe ya aborî be nikare bi temamî azad be û got: "Birêxistinkirina bazarê li ser bingehîn civakî gava bingehîn a avakirina pergala aborî-exlaqî, jîngehî û hevbeşî ye ku dikeve xizmetî mirovan ne sermayeyan."

Mehmûd di dawiyê de anî ziman ku: "Em wek TEV-DEMˊê piştgiriya xwe ya bi temamî ji bo xebata Yekitiya Esnafan diyar dikin û vê konferansê weke gaveke pêşveçûna ber bi pêşxistina aboriya civakî ya demokratîk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin."

ˋPROJEYA RÊVEBERIYA XWESER Û YEKITIYA PÊKHATEYANˊ

Li aliyekî din jî hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nesrîn Hesen got, "Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêkhateyên Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê kir yek û ji bo keç û xortên herêmê da ku bibin yek dest di parastina vê projeyê de projeya biratiya gelan ava kir, rola jinan û ciwanan di tevahî waran de bi pêş xist."

Nesrîn da zanîn ku damezrandina Yekitiya Esnafan li ser asta Herêmê bi rêgez û armancên rastîn ên xwe dispêrin vîna tevahî pêkhateyan gaveke dîrokî ye ku aborî, têkelbûna civakî û siyasî bi pêş dixe.

Piştî axaftin bi dawî bûn, rapora 2 salan a yekitiyê ji hêla hevserokê Yekitiya Esnafan a kantona Dêrazorê Fadil Hacî ve hat xwendin û deriyê nîqaşê li pêş endaman hat vekirin.

(fr)

ANHA