Li Hesekê diyarî ji bo 501 zarokên şehîdan hatin pêşkêşkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê, di çarçoveya "Kampanyaya Newroz" ya bi beşdariya destên Kurdên Ewropayê de, şahiyek li navenda çandê ya bajêr li dar xist. Di şahiyê de ji bo 501 zarokên şehîdan diyarî hatin pêşkêşkirin.

5 mijdar, 2025   16:17
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li navenda çandê ya li taxa Muftî, bi amadebûna 501 zarokên şehîdan, tevî dayikên xwe û endamên meclisê, şahiyek organîze kir.

Di şahiyê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Sultane Ezo bixêrhatina beşdaran kir û spasiya "Kampanyaya Newroz" a ku ev destpêşxerî bi rêya beşdariya destên Kurdên li Ewropa daye destpêkirin, kir.

Sultane Ezo spasiya her kesên piştgirî daye vê destpêşxeriyê kir û got: "Zarokên şehîdan di dilê me de ne. Em ji her kesî dixwazin ku bi zarokên şehîdan bifikirin, ji ber ku siberoja me ne."

Dûre li ser navê Komîteya Zarokên Şehîdan Necah Qewas spasiya hemû kesên keda xwe di vê destpêşxeriyê de heye, kir.

Piştre hunermend Necdet Mûsa û Mihemed Cûdî bi zimanên erebî û kurdî stran pêşkêş kirin û endamê berê yê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cewad ku bavê şehîd Mehmûd Mihemed Cewad e, helbestek xwend.

Şahî bi belavkirina diyariyan ên wekî cil, pêlav û kel û pelên dibistanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA