120 eşîran piştgiriya da nameya Rêber Abdullah Ocalan

Nameya Rêber Abdullah Ocalan radestî nûnerên 120 eşîrên herêma Cizîrê hate kirin. Nênerên eşîran piştgiriya xwe ji bo nameyê nîşan da.

120 eşîran piştgiriya da nameya Rêber Abdullah Ocalan
26 îlon, 2025   04:55
QAMIŞLO
SILAVA EBDULREHMAN

Heyeta ji bo gihandina nameya Rêber Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîran re hatiye avakirin, heta niha name gihandiye 120 eşîrên kantona Cizîrê.

Di 14’ê Îlonê de Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmralî nameyek ji şêx û rûspiyên eşîran re şand. Ajansa me jî naveroka nameyê di heman rojê de parve kiribû.

Ji bo gihandina nameya Rêber Apo ji şêx û rûspiyên eşîran re, Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandeyek ava kir. Ji endamê şandeyê û nûnerê eşîra Benî Seba Şêx Huseyîn El Sada ji ajansa me re der barê mijarê de axivî.

Şêx Huseyîn El Sada got wan name gihandiya 120 şêxên eşîran û rûspiyên kantona Cizîrê.

El Sada aşkera kir ku name rastî eleqeya baş a piraniya şêx û nûnerên eşîran hatiye û wiha dom kir: “Ev name di çarçoveya berdewama peyama Rêber Abdullah Ocalan a berê de ye. Di wê de Rêbertî spasiya eşîrên Ereb ji ber helwesta wan a ji bo piştgiriya hevgirtina Kurd û Ereban dike.”

Hisên El Sada da diyarkirin ku heta niha wan serdana gelek eşîran kiriye û ev agahî da: “Heta niha me serdana 50 eşîrên Qamişlo, Til Hemîs, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyş û Dêrikê û gundên wan kiriye. Her wiha me serdana 70 eşîrên Hesekê û bajarok û gundên girêdayî wan kiriye. Nûnerên eşîran helwesteke erênî nîşanî nameyê da. Gotin ew amede ne di projeya neteweya demokratîk û avakirina Sûriyeyê de xebatên xwe yên hevbeş bidomînin.”

El Sada wiha domand: “Me serdana hozên mezin ên wekî Şerbiya, Cibûr, Begara û Herib kir. Her wiha eşîrên wekî Benî Sebaa û Cewala jî hate kirin. Di wan hozan de jî eşîrên şaxî hebûn. Di nava wan hozan de gelek eşîrên şaxî hene. Ev tê wateya me name gihand para herî mezin a civakê.”

El Sada got şêx û rûspiyên herêmê di hevdîtinan de piştgiriya xwe ya ji bo dan û standina di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de nîşan dan û wiha axivî: “Piştgiriya wan ji baweriya wan a tenê xelkên Sûriyeyê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bêyî tu destwerdana derve dikarin bi hêsanî vê pêk bînin. Mazlûm Ebdî û desthilata Şamê dikarin çareseriyê bibînin. Heke wekî bira li ser heman maseyê civiyan, dikarin bikin. Armanca me ne parçebûn e, em avakirina Sûriyeya nû ya nûnertiya hemû gelê xwe dike, dixwazin.”

Hisên El Sada di axaftina xwe de têkiliya dîrokî ya di navbera Kurd û Ereban de bi bîr xist û wiha got: “Di dîrokê de di navbera Kurd û Ereban de tu şer derneketine. Kurdan bi serkêşiya Selahaddîn Eyûbî di rizgarkirina Qudsê de piştgiriya Ereban kir. Ev nimûneya dîroka biratiya Kurd û Ereban e.”

Hisên El Sada di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku heyeta wan xebatên xwe didomîne û ew ê berê xwe bidin hemû şaxên eşîrên herêmê û nameya Rêber Abdullah Ocalan bigihînin wan.

(dc)

ANHA