Li Helebê avahiyek hilweşiya: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê Helebê avahiyeke nû tê avakirin, hilweşiya û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Helebê avahiyek hilweşiya: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
7 tebax, 2025   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Zirbe ya gundewarê Helebê avahiyeke nû tê avakirin, hilweşiyan û di bin de bi dehan kes asê man.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih, 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 din jî birîndar bûye. Her wiha aşkera kirin ku avahî ne li gorî şert û mercên avahîsaziyê hatiye avakirin, lewma hilweşiyaye.

(şx)