Li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiye liv û tevgera hêzên hikumeta veguhêz

Li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê tevgereke ewlehiyê yên hêzên ewlehiya giştî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hene.

Li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiye liv û tevgera hêzên hikumeta veguhêz
7 tebax, 2025   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ewlehiya giştî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, li nêzî klûba El Celaa ya li dora taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bendeke axê li ser rêya ku digihê taxa Suryan ava kir. Ruxmî ku Nîsana borî lihevkirinên ewlehiyê û yên di navbera wê û Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de çêbûn. 

Hemwextî wan tevgeran, dron li asîmanê her du taxan jî digeriyan. Lewma şêniyên her du taxan bi fikar in ku lihevkirin bi binkevin û aloziyek çêbibe.

Ev geşedan, li dijî lihevkirina Nîsanê ye ku di navarokê de, teqezî bi sepandina aramiyê li bajêr û rêgirtina li pêşiya her tevgereke leşkerî, dike. 

(şx)