Ji bo Şehîd Hecî Debi yê QSD' ê konê sersaxiyê hat vedan

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şervanê Komandos a QSD`ê Hecî Debi konê sersaxiyê veda.

7 tebax, 2025   21:04
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Komandos ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hecî Debi yê ku di encama qezayekê de şehîd bû, Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya mala şehîd a li taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo konê sersaxiyê veda. l

Bi dehan şêniyê bajêr, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û rûsipiyên eşîrên ereban amade bûn.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Muhyedîn Hesen axivî û got: "Em bejna xwe li hember hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

Hesen wiha domand: “Em îro bi keda van şehîdan bi aramî dijîn. Ger em çiqas biaxivin em nagihêjin wateya şehîdan. Bi hezaran malbat û zarokên wan tev li vê şoreşê bûne û ji bo bidestxistina jiyaneke azad û aram canê xwe feda kirin."

Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwezin. Di şexsê şehîd Hacî Debi de em hemû şehîdên ku ji bo jiyaneke azad û bê desthilatdarî bijîn, canê xwe feda kirin bi bîr tînin.”

Sofî ev li gotinên xwe zêde kir: “Em soz didin xwişk, bira, zarok û hevjînên şehîdan ku em tu carî keda ku wan daye li erdê naxin û em ê xwedî lê derkevin."

Piştre endama Kongra Star a taxa Cûdî Gulîstan Esed axivî û got: "Ez sersaxiyê ji hemûyan re dixwazim. Malbata şehîd, welatparêz û vê malbatê gelek êş û zahmetî kişandiye. Îro dîsa parçeyek ji xwe tev li refên nemiran kir. Em ê jî xwedî li keda wan derkevin û tola wan hilînin."

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(ekîb)

ANHA