‏Li gundewarên Siwêdayê diziya zeytûnan

Li gundewarên Siwêdayê jî wekî li Efrîna dagirkirî binpêkirinên li dijî şêniyan bi dizî û talankirina zeytûnan pêk tên. Li hemberî van binpêkirinan hikumeta veguhêz a Sûriyeyê wek berpirsyar hat dîtin.

‏Li gundewarên Siwêdayê diziya zeytûnan
30 cotmeh, 2025   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Siwêdayê komkujî hatin pêkanîn û di Tîrmehê de şerê leşkerî li dijî bajêr dest pê kir, lê sûcên talankirina malan û şewitandina wan li gundewarên bakur û yê rojava yên Siwêdayê bi dawî nebûn. Herî dawî jî zeytûnên şêniyan hat dizîn.

Li gorî şahidan û xwediyên zeviyan, diziya zeytûnan û birîna daran ji bo firotina êzingan li gund û bajarokên Tehlê, Mezrea û Dûr ên rojavayê Siwêdayê yên li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatin pêkanîn.

Çavkaniyan da zanîn ku di êrişa Tîrmeha borî de bi dehan şêniyên gundewarên rojava yên Siwêdayê hatin kuştin û şêniyên wî piştî şewitandin û talankirina malên wan, bi temamî koçber bûn û di encamê de herêm vala bû. Şêniyan da zanîn ku ev binpêkirin sûcên şer in û divê ji bo rawestandina wan destwerdaneke lezgîn were kirin.

Di tomara dengekî de plankirina diziya mewsima zeytûnan û aliyên berpirs xuya dibe.

Li gorî tomarê, komên berhevkirina zeytûnan ji gundê Um Weled, Besir El Herîr û Ezra yên rojhilatê Derayê digihîjin gundên Dor, Mezrea û Tehlê yên rojavayê Siwêdayê. Hat diyarkirin ku rêya wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Derayê, bi taybetî ji aliyê berpirsê hêzên hikumeta veguhêz Nîzar El Herîrî ve tê vekirin.

Di dîmeneke din de ku bazirganekî êzingan ji bo firotina êzingan ew kişandiye, kesên ku darên zeytûnan ên şîn dibirin, xuya dibin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, bi navê kesekî ji Himsê ku dixwaze êzingan bikire, têkilî bi wî bazirganî re hat kirin.

Bi rêya dan û standinê, navên hin gundên ku dar lê hatine birîn, hatin zanîn; Dama, Lebîn, Heran û Teara yên rojavayê Siwêdayê. Hat zanîn ku bazirganên êzingan bi xwe jî berî 2 mehan dîrekên hesin ên kehrebeyê û derî û pencereyên malan ji heman gundan dizîne û li Derayê firotine.

Bûyerên ku li Siwêdayê dibin û binpêkirinên li dijî şêniyên Siwêdayê bûne, ne tiştekî nû ne, lê belê ew dubareya sûc û binpêkirinên li bajarê Efrînê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne.

Berî çend rojan Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê dizîna berhema zêdetirî 50 darên zeytûnan li Efrîna dagirkirî ji aliyê kesên biyanî ve, belge kiribû.

(mh)

ANHA