Nivîskar Emîn El Siwêd: Sîstema nenavendî êdî pêwîstiyeke nîştimanî ye

Çalakvan û nivîskar Elî El Emîn El Siwêd destnîşan kir ku êdî sîstema nenavendî ji bo rizgariya ji dîktatoriyê bûye pêwîstiyeke nîştimanî. El Siwêd da zanîn ku divê ji tecrubeyên gelê Sûriyeyê ders werin girtin.

Nivîskar Emîn El Siwêd: Sîstema nenavendî êdî pêwîstiyeke nîştimanî ye
30 cotmeh, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rêbazên çareserkirina krîza siyasî û civakî ya Sûriyeyê de nîqaş didomin. Di nîqaşan de diyar dibe ku domandina hişmendiya paşguhkirinê gefê li yekparebûna Sûriyeyê û pêşeroja wê dixwe. Her wiha bangên dûrketina ji sîstema navendî bilind dibin.

Girêdayî wê, çalakvan û nivîskarê ji Sûriyeyê Elî El Emîn El Siwêd ji ajansa me re got hişmendiya ku Sûriye bi rê ve dibir, hişt Sûriye jî bikeve nava welatên cîhana sêyemîn.

El Siwêd got: "Rêbaza derketina ji desthilata kesane ji bo desthlata gel xuya û zelal e, lê belê ji ber dûrketina ji berjewendiyên welat û yên gel, ew rêbaz tê redkirin. Sûriye jî zêdetirî 67 salan di bin sîstema navendî ya dîktatorî de jiya."

El Siwêd diyar kir ku ew rêbaz parvekirina desthilatan li gel e û got: "Bi vî awayî desthilatdar nikare îradeya gel tune bike û wî ji xwe re bike kole. Bi vî awayî teşeya rejîma Esed nayê dubarekirin."

El Siwêd wiha domand: "Ji bo welatên ku dixwazin ji dîktatoriyê rizgar bibin, wekî Sûriyeyê, êdî sîstema nenavendiyê bûye pêwistiyeke niştimanî. Divê dema borî bi temamî were jibîrkirin û teşeya sîstema berê neyê dubarekirin, tevî ku li Sûriyeyê em bêjin tu kêmnetewe û kêmol tune bin û gelê Sûriyeyê ji yek dayikê û yek bavî ne, dîsa jî divê dema borî were jibîrkirin.”

El Siwêd got nenavendîtiya li Sûriyeyê bi tu tecrûbeyên nenavendiyê yên welatên din re nayê pîvan, ji ber ku her tecrubeyeke cuda ye û got: "Nenavendîtiya Sûriyeyê divê bi destê sûriyeyiyan were çêkirin û welatîbûn û jiyana hevbeş bide rûniştandin. A girîng ev e. Demokrasî jî piştre di encama veqetandina erkan û rêzgirtina ji qanûnê re, tê pêkanîn.”

El Siwêd wiha lê zêde kir: "Îro Sûriye gihîştiye asta hebûn an nebûnê. Yan ew ê bihe dewletek ku qanûnên nûjen ên demokratîk tê de werin meşandin, an jî ew ê bibe Sûriyeya ku her tim dihat naskirinn.

El Siwêd diyar kir ku girêdana desthilata li Şamê bi fermanên derve li dijî berjewendiyên gelê Sûriyeyê û yên berdewamiya desthilatê ye û derfet ji bo parçekirina Sûriyeyê di dema niha de tune ye, lê ger rewş wiha bidome ev ê rê li ber destwerdanên derve û dirêjkirina krîzê veke.

Di dawiya axaftina xwe de El Siwêd bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku hemû rêber û nûnerên civaka Sûriyeyê bicivîne û bi hev re peymaneke civakî ya li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê binivîsin.

(mh)