Li gundewarên Idlibê 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li herêma çiyayê Zawiyê yê li gundewarên Idlibê de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gundewarên Idlibê 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
20 cotmeh, 2023   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku duh, hêzên hikumeta Şamê derdora Fitêra ya li herêma çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê tobparan kiribû, di encamê de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatibûn kuştin.

Li gorî SOHR′ê 4 kuştî ji çeteyên Firqet Hemze û 4 kuştiyên din jî ji çeteyên Lîwa Ebû Bekir El Sedîq ên girêdayî çeteyên ′Tehrîr El Şam′ in.

Bi wê re, ji destpêka 2023′yan de hejmara kuştiyên li herêma bêçek bû 513. Li kêlek wê jî zêdetirî 396 leşkerên hêzên hikumeta Şamê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û welatî birîndar bûne.

(fr)