Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Beşar Bekir (Bahoz Heleb) ku di encama qezayekê de şehîd bibû, li herêma Şehbayê bi awayekî girseyî hat oxirkirin.

Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin
Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin
Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin
Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin
Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin
Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin
Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin
Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin
Şehîdê Dêrazorê li Şehbayê hat oxirkirin
20 cotmeh, 2023   14:41
ŞEHBA

 Şervanê YPG′ê Beşar Bekir (Bahoz Heleb) 15 ′ê Cotmehê (2023) li Dêrazorê di dema amadekariya operasyoneke li dijî şaneya çeteyên DAIŞ’ê de bi qezayê şehîd bû. 

Cenazeyê şehîd Beşar Bekir ku duh ji Dêrazorê anîn herêma Şehbaye, bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin û veguhestin Nexwşexaneya Avrîn.

Îro jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê merasîma oxirkirinê lidar xist.  

Cenazeyê Şehîd ji goristanê bi awayekî girseyî hat wergirtin û birin Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê.

Di merasîma li vir hat lidarxistin de koçberên Efrînê, şêniyên Şehbayê, rêveberên meclîsên gel ên herêmê, endamên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Endamê Meclîsa Malbatan a Şehbayê Mihemed Wilo di merasîmê de axivî û got: "Gelek alî hewl didin bi rêya fîtneyan ewlehiya herêmê têk bibin, lê gelên herêmê ev plan têk birin û projeya xwe ya Rêveberiya Xweser parast. Ev jî bi berdelên giran pêk hat. Em soz didin ku em ê xeta şehîdan bişopînin.

Endama Meclîsa Navçeya Fafînê Sosin Hemo jî diyar kir ku azadiya gelan bi fedakariya şehîdan tên pêkanîn û wiha dom kir: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne; em hêza xwe ji fedakariyên wan digirin. Em soza şopandina rêya wan didin. Em ê destkeftiyên ku bi xwîna wan a pîroz hatine bidestxistin, biparêzin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Bahoz Heleb (Beşar Bekir ) hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd piştre bi tilîliyên dayikan û dirûşmeya, "Şehîd namirin" spartin axê.

Sibe jî wê li Parka Ehdasê ya gundê Ehdasê sersaxî werin qebûlkirin.

(zş/a)

ANHA