Li Helebê civata çîrokî

Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê civakeke çîrokî  li dar xist. 2 jinên ciwan berhemên xwe pêşandan û li nêrînên beşdaran guhdar kirin.

Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
Li Helebê civata çîrokî
19 cotmeh, 2023   17:04
HELEB

Malbenda Rewşenbîrî ya Çalakiyan û Kar û Barên Çandî û Ramyarî ya Helebê civateke çîrokî li dar xist. Civat bi beşdarbûna hezkiriyên çand û hunerê li navenda malbendê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêk hat 2 jinên ciwan çîrokên xwe bi zimanên kurdî û erebî pêşandan.

Mamoste Selwa Hemoşero çîroka xwe ya bi navê “Ez û tu” xwend. Navaroka çîrokê diyalogek di navbera ez û eza bilind de bû û bal kişand ser vê yekê çawa jin dikare tişta di dilê xwe de veşêre û li hember şert û mercên dijwar ên jiyanê li ber xwe bide.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zozan Dehar  çîroka xwe ya bi navnîşan “Matmayî me” xwend. Di çîrokê de heta dawiyê  bi van pirsên çima? Çawa dibe ez wisa bim? Heta kengî? hevalê xwe muxetab digire.

Beşdaran li ser her du çîrokan nîqaş kirin. Endamê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Hişmend Şêxo, rêbaza vegotina çîrokê nirxand û got: “Gaveke baş e ku mirov binivîse, ez piştgiriya vê gavê dikim. Lê divê qisaker, guhdervanan bi çîrokên xwe bi rêya rêbaza vegotinê, îqna bikin.”

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê jî ku mereqdara sektora çandî ye Bêrîvan Horo got: “Ya herî zêde bala guhdervan dikişîne, deng û rêbaza vegotinê ye. Çîroka bi kurdî balkêştir û xweştir e. Heta dawiyê em bi qisaker re bûn.”

(şx)

ANHA