Palpiştî û jêdera moraldayînê: Şehîd Ebdulwahid El Ehmed

Malbat û hevrêyên şehîd Ebdulwahid El Ehmed gotin, şehîd Ebdulwahid palpişt, murşid û jêdera moraldayînê bû.

21 cotmeh, 2023   06:50
QAMIŞLO-BESNA ŞEMO

Rihê berpirsyartiyê, dîmenên êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên şerê taybet ên li dij gelê herêmê, hestê şehîd Ebdulwahid El Ehmed livand, ji ber vê yekê di Nîsana 2017′an de tev li refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe û di sala 2022′an de cihê xwe di nava Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê digire. Ebdulwahid El Ehmed 8′ê Cotmehê tevî 28 hevalên xwe di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê ya li bajarê Dêrikê de şehîd bûn.

Ebdulwahid El Ehmed sala 1987′an li gundê Xerab Bajar (Zahiriyê) yê dikeve başurê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê jidayik bû, di nava malbatekê de ku ji dê, bav, 2 xwişk û 2 birayan pêk tê mezin dibe.

Ebdulwahid El Ehmed xwendina seretayî li dibistana gund û ya navîn li dibistana Şehîd Zagros Çilaxa (Omer El Muxtar a berê) diqedîne, lê ji ber rewşa debarê ya dijwar, ji zarokatiya xwe ve berpirsyariya xwedîkirina malbatê radike û di temenê xwe yê 16 salî an ku di sala 2003′an de berî dide Şamê. Li Şamê di şîrketeke sîramîkan de kar dike û di sala 2014′an de vedigere gundê xwe.

Birayê şehîd Ebdulwahid, Îslam El Ehmed diyar kir ku şehîd Ebdulwahid kedeke mezin da wan û got: "Xwendina xwe terik kir da ku em xwendina xwe berdewam bike. Ji bo me bav, bira û heval bû. Fedakariyên wî ne tenê ji bo malbatê bû, lê ji bo welat jî xwe feda kir. Ebdulwahid murşidê me bû, bi dîsîplîn bû, guh dida xwendina me û rêya rast nîşanî me dide. Ne ji wî bûye min nedikarî xwendina zanîngehê biqedînim."

Ebduwahid El Ehmed birayê xwe teşwîq kir ku tev li hêzên ewlehî û leşkerî bibe. Birayê wî Îslam da ser şopa wî tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. Îslam got: "Ez ê xeta birayê xwe yê şehîd bidomînin heta xeyalê wî yê welatekî ewle û aram bi cih were."

Hevrêyê zarokatiyê yê şehîd Ebdulwahid El Ehmed, Haris Salih El Ehmed anî ziman ku şehîd Ebdulwahid di xwendina xwe de zîrek bû, mutewazin bû û li hemberî derdorê rêzdar bû.

Dayika şehîd Ebdulwahid El Ehmed, Leyla Zeyno kurê xwe yê şehîd wekî "Palpişt" bi navê kir û got: "Ebdulwahid ji keç û kurê min ew ê mezin bû. Jiyana xwe xist xizmeta malbatê. Di qonaxên dijwar ên jiyana me de, ji me re bibû palpişt. Ebdulwehab di xwedîkirina xwişk û birayê xwe de,  bi taybet di dan û standinên bi keça min a kerr re gelekî alîkarî dida min."

Li gorî dayika şehîd, ′′Ebdulwahid tevî ku zewicî bû û bavê 5 zarokan (2 keç û 3 kuran) bû, lê berpirsyariya li hemberî malbata xwe ya mezin terik nekir.′′ Hefteyek beriya ku şehîd bibe, kurê wî yê pêncan çêbû.

Dayika şehîd Ebdulwahid soz da ku dê zarokên xwe li ser rêya têkoşînê û rihê ku şehîd Ebdulwahid li ser mezin bûye, xwedî bike ta ewlehî û istiqrar li welat pêk werin.

Hevrêyê şehîd Ebdulwahid ê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de Eyhem Hesen anî ziman ku şehîd Ebdulwahid dilsozê kar û hevrêyên xwe bû û got: ′′Tevahî erkên jê dihatin xwestin bi rêk û pêk bi cih dianî, lew ra di sala 2022′an de beşdarî Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê hat kirin.′′

Eyhem Hesen diyar kir ku şehîd Ebulwahid cihê baweriyê bû û jêdera moraldayînê bû.

Hesen êrişa li dijî endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê şermezar kir û got, dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û hin hêzên din hewl didin afata narkotîkê di nava civakê de belav bikin da ku civakê ji hev bixin û wê tune bikin.

Hesen soza da tevahî şehîdan ku dê şopdarê rêya wan be û li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê rabe.

(bb)

ANHA