Hiqûqnas El Mişrif: Tecîrd li dijî qanûnên navneteweyî ye

Hiqûqnas Enwer El Mişrif diyar kir ku tecîrda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

Hiqûqnas El Mişrif: Tecîrd li dijî qanûnên navneteweyî ye
21 cotmeh, 2023   02:39
KOBANÊ

Desthilata Tirk tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne û rê nade malbat û parêzeran wî bibînin. Ji 23′yê Adara 2021′ê ve bi tu awayan agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Hiqûqnas û diktorînê qanûna navneteweyî ya zanîngeha Eyn El Şemis a Qahîre û hevserokê beşa zanista rêveberî ya Zanîngeha Kobanê Enwer El Mişrif bal kişand ser aliyê qanûnî yê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan. Enwer El Mişrif  anî ziman ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan neqanûnî ye û got: " Tecrîda li ser ramyarê neteweyî Abdullah Ocalan, li dijî hemû qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên girtiyan e. Her wiha li dijî qanûnên NY`yê ku pêşî li ber desthilatan digire da ku kirinên dermirovî pêk neynin. Her wiha ev tecrîd li dijî van rêgezên hatine sazkirin; ku kesên girtî karibin nêrîna xwe bi azadî derbirînin û mafên wan ên xweparstinê û derbirînê diparêzin. ′′

Enwer El Mişrif got, çi kesên binpêkirinên desthilata Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan paşguh dikin, hevkarê wê û hevkarên pergalên dîktator in.

El Mişrif tecrîd û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wê şermezar kir û wiha dom da axaftina xwe: "Mayîna Rêbertî ji zêdetirî 24 salan ve di girîgeha Îmraliyê de û negirtina agahiyan ji zêdetirî 3 salan ve ji wî,  li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye."

′RAMANÊN WÎ YÊ AZAD SÎNORDARAN NAS NAKİN′

El Mişrif destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ramyarekî navneteweyî ye û rejîmên desthilat ên li herêmê ramanên wî wekî xetereyekî li ser xwe dibînin. El Mişrif got: "Dewleta Tirk a dagirker Rêbertî dîl girt jî lê nikare pêşî li berbelavbûna fikir û felsefeya wî bigire. Berhem û parêznameyên Rêbertî bi gelek zimanan hatin wergêrandin. "

Enwer El Mişrif ramanên Rêber Abdullah Ocalan wekî çareseriyan ji tevahî aloziyan re nirxandin û wiha domand: "Eger ramanên Rêbertî li çi erdîngariyeke cîhanê pêk were, hingî wê aştî li wir pêk were. Ramanên Rêbertî ji tevahî aloziyên cîhanê re çareserî ne. Em pêkhateyê Ereb, aştiyê di ramanên wî de dibînin. Bi saya projeya wî ya biratiya gelan aştî li herêmê pêk hat û mafên tevahî pêkhateyên bêyî cudahbûn hatin mîsogerkirin. Ev raman ne li gorî projeyên pergalên faşîst ên dijberî herêmê ne ku hewl didin fitneyan di navbera pêkhateyan de derxin da ku hebûna xwe biparêzin. "

Enwer El Mişrif diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûye çeka gelên herêmê û got: "Hayê gelê herêmê ji planên derve yên dijber heye. Gelê herêmê baş dizane ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo jiyaneke bi aştiyane rêya yekane ye. Rêbertî rêya çareseriyê nîşanî gel da. Li hemberî şerên çandî, dîrokî û şaristanî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê pêk tîne, ramanên Rêbertî bûye çeka gelê herêmê. ′′

Hiqûnqas Enwer El Mişrif di dawiyê de bang li rewşenbîr û hiqûqnasên li herêmê kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nava ciwanên herêmê de belav bikin û got, ciwan dê herêmê ber bi ewlehiyê ve bibin.

(fr)

ANHA