′ Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî gelan re îlham e′

Kesayetên civakî yên ji navçeya Til Birakê  diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî gelan re îlham ramanyar e û got ew ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.

′ Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî gelan re îlham e′
21 cotmeh, 2023   03:42
HESEKÊ-AMIR EL EZAWÎ

Kesayetên civakî yên ji navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo pêngava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ′Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ nîşan da.

Serokê Saziya Olî ya Til Birakî Ehmed Xelîl bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku di encama wê de di 15′ê Sibata 1999′an de hate dîlgirtin û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ronakbîr e û rêber e, xwediyê fikrê parastina gelên bindest e û ji bo heqiyê şoreşger e. Rêber Abdullah Ocalan banga neteweya demokratîk û biratiya gelan dike û ji bo pêkhateyên herêmê tê dikoşe.′′

Xelîl bang li civata navneteweyî kir ku tecrîdê bi dawî bike û wiha domand: "Em bang li civata navneteweyî dikin ku tecrîda li dijî vî ramyar û fîlozofî bi dawî bike, pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd çareser bike."

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Til Birakê Îman El Elî jî piştgiriya xwe ji pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman ku di 10′ê Cotmehê de hate destpêkirin û wiha got: "Em li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û hewl didin azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

Îman Elî ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê li dijî komplogeran kir.

Yek ji hunermendên li Til Birakê Teleb El Nazir destnîşan kir komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan heta îro dewam dike û got, dê bi çalakî û têkoşîna xwe tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Endama Partiya Pêşxistin û Guhartina Nîştimanî ya Demokratîk Hamid El Xelîl jî got, Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan îlham û ramyar e.

(fr)

ANHA