′Ez ê bi fikra Rêber Ocalan re li ber xwe bidim′

Dayika Hinûf a 60 salî ya  ji pêkhateya Ereb da zanîn ku ew û malbata xwe dê heta dawiyê bi fikra Rêber Abdullah Ocalan re bin û got: “Ez ê bi fikra Rêber Ocalan li warê xwe  li ber xwe bidim.”

′Ez ê bi fikra Rêber Ocalan re li ber xwe bidim′
21 cotmeh, 2023   05:43
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li pêş avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li bajarê Qamişloyê konê çalakiyê veda. Çalakiya konvedanê ku 24 saetan heye û  7 rojan didome.

Di çalakiyê de gelek dayikên hene. Ji nav wan dayikan, dayika bi navê Hinûf (60) ku bi tiliyên xwe nîşana serkeftinê rakirine jor, bi tîlîlyan dide û wêneyê Rêber Abdullah Ocalan bi serê xwe ve girêdaye bala beşdaran kişand.

Dayika Hinûf El Nezal ji pêkhateya Ereb û ji gundê Iwêna Omerîn ê girêdayî bajarokê Til Merûf ê kantona Qamişlo ye. Dayika Hinûf xwedî 12 zaroka ye, şeş kurên wê şervan QSD’ê ne li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka xwe ya parastinê dikin. 2 kurê wê ji di  oparasyonên cuda de bûne gaziyên şer.

`LEHENGÊ MEZIN EW E`

Dayika Hinûf bal kişand li ser hebûna Rêber Abdullah Ocalan û wiha got “Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê daye me, di çavê me de lehengê herî mezin e. Ez û hemû jinên niha li vir daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.′′

Dayika Hinûf Rêber Abdullah Ocalan wek hişyariyê gelan pênase kir û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan rêberekî ku bi gel re meşiyaye, bi fikra xwe gel xiste nava tevgerê.”

Dayika Hinûf da zanîn ku ew û malbata xwe heta dawiyê bi fikra Rêber Abdullah Ocalan re bin û got: ′′Ez ê temenê xwe ye mezin û bi fikra Rêber Ocalan li warê xwe li ber xwe bidim. ′′

ANHA