Li dijî êrişên qirkirinê banga hevgirtinê

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Efrîn û Şehbayê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker banga yekitî û hevgirtinê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Li dijî êrişên qirkirinê banga hevgirtinê
21 cotmeh, 2023   04:40
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û di êrişan de saziyên sereke, çavkaniyên enerjiyê, bîrên petrolê û qadên sivîlan dike hedef.

Der barê vê mijarê de, hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên anî ziman ku dewleta Tirk  a dagirker tevahî nirxên mirovî û exlaqî û qanûnên navneteweyî bin pê dike û got: " 4 sal di ser dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re derbas bûne. Dewleta Tirk a dagirker hîna jî sûcên herî hovane wekî revandin, dizî û guhertina demgorafîk li dijî gelê herêmê didomîne. Dewleta Tirk a dagirker bi van kiryaran tevahî nirxên mirovî û exlaqî û qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Melek El Hisên diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefkirina binesazî û navendên xizmetguzariyê û jêderên debarê armanca dike şêniyên herêmê bide koçberkirin da ku planên xwe yên dagirkirinê temam bike.

Melek El Hisên destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk ên ku li ber çavê hêzên navneteweyî tên kirine, sûcên qirkirinê ne û got, divê hêzên navneteweyî dev ji vê durûtiyê berdin û li hember êrişan xwedî helwesteke zelal bin.

Melek El Hisên bal kişand ser berxwedana QSD′ê jî û wiha domand: "Bila her kes bizanibe ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav xwe de dihewînin, li şûna cîhanê û tevahî mirovahiyê şerê DAIŞ′ê kir û bi hezaran şehîdan dan.′′

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bang li şêniyan kir ku li hember siyasetên qirkirinê yekitî hevgirtinê pêk bînin û ji bo parastina herêmê û rizgarkirina deverên dagirkirî mafê parastina rewa bi kar bînin.

(mh/bb)

ANHA