Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî hate belavkirin

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, encamnameya civîna xwe ya duh ku bi beşdariya jinên ji her çar beşên Kurdistanê hatî lidarxistin belav kir. Hate tekez kirin ku yekîtî û karê hevbeş ê di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de garantiya sereke ya parastina destkeftiyan û gihîştina aştî, azadî û demokrasiyê ye.

Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî hate belavkirin
21 mijdar, 2026   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 20’ê Mijdarê li Silêmaniyê civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên jinên her çar parçeyên Kurdistanê, kesayetên siyasî, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan, bi armanca gotûbêjkirin û parvekirina nêrînên derbarê pirsgirêkên jinan, geşedanên dawî û rewşa siyasî ya herêmê de ye hate lidarxistin. Her wiha xebata ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd û amadekariyên Sêyemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd mijarên bingehîn bûn.

Civîn piştî nîqaş û nirxandinên têr û tejî duh bi şev bi dawî bû. Encamnameya civînê ji raya giştî re hate parvekirin.

Encamname wiha ye:

“Ji bo raya giştî ya Kurdistan û cîhanê, hemû hêz û aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê:

Di qonaxeke hestiyar û dîrokî de ku herêm û Kurdistan tê re derbas dibin, bi mebesta bihêzkirina yekîtiya neteweyî, parastina destkeftiyan, rûbirûbûna astengiyan û derbaskirina qeyranan li ser asta hemû beşên Kurdistanê, civîna platforma me li bajarê Silêmaniyê hate lidarxistin. Piştî gotûbêjeke berpirsiyarane û hemû alî, beşdaran tekezî li ser van helwest û pêşniyarên li jêr kirin:

1. Em piştgiriyê didin parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistana Federal û em ji bo yekîtiya gelê Kurd û vegera li zimanê diyalogê û sindoqên dengdanê wekî tekane rêya çareserkirina pirsgirêk û qeyranên navxweyî kar dikin.

2. Em bi tu awayî nabin beşek ji perçekirina Herêma Kurdistanê; belkî em piştgiriyê didin avakirina hikûmeteke yekgirtî ya demokratîk a bingehfireh li ser bingeha hevpariya rastîn û mafê hemwelatîbûnê.

3. Em piştgiriyê didin parastin û bihêzkirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê wekî platformek ji bo misogerkirina mafên hemû netewe û pêkhateyan.

4. Em piştgiriyê didin destpêşxeriyên çareseriya demokratîk û bersivdana daxwazên gelê Kurd li hemû beş û herêman, û em bang li civaka demokratîk û hemû hêz û aliyan dikin ku piştgiriya pêvajoya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê bikin.

5. Helwesta me derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de zelal û neguher e; di nava îsal de li seranserê Îranê zêdetirî 700 kes hatine girtin û darvekirin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku platform xwedî helwesteke zelal û lezgîn be ji bo rawestandina wan cezayan û parastina jiyana wan.

6. Em tekeziyê li ser girîngiya hevahengî û karê hevbeş ligel partiyên siyasî, kom û rêxistinan dikin ji bo yekxistina hewldanan û nêzîkbûna di nêrînan de.

7. Em bi tundî li dijî jinkujî, xweşewitandin û hemû cureyên tundûtûjiyê disekinin, û em bi tu awayî amade nînin mafên jinan bibin qurbaniya qeyranên siyasî; belkî em ji bo pêşxistina pêgeha jinan û berdewamiya serkeftinan di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de li hemû beş û herêmên Kurdistanê kar dikin.

8. Em beşdaran û platforman agahdar dikin ku di pêxema têkoşîn û daxwaza parastina maf û destkeftiyan de, em wekî jinên Kurd piştgiriyê didin pêvajoya entegrasyona demokratîk.

9. Di vê civînê de tekezî li ser piştgirî û hevgirtina hemû beşên Kurdistanê ji bo hevdû di hemû qonaxan de hate kirin.

10. Serdankirina hemû partî û rêxistinên siyasî û lidarxistina civîneke berfireh di pêxema yekîtiya Kurdî de.

11. Amadekarî ji bo lidarxistina festîvala çandî û hunerî li ser asta seranserê Kurdistanê.

12. Encamdana zincîreyek çalakiyên mezin û berfireh ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê.

13. Zêdekirina kar û têkoşînê li ser yekîtiya Kurd, bi taybetî ji bo Başûrê Kurdistanê.

14. Karkirin ji bo amadekirin û lidarxistina Konferansa Kurd.

15. Piştgirîkirina yekgotariyê di warê ragihandinê de di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de.

16. Parastina mafên yasayî û pêkanîna dadperweriyê ji bo jinên Êzidî, bi naskirina tawanan wekî jenosîd, cezakirina tawanbaran, û qerebûkirina rizgarbûyan ji aliyê yasayî, tenduristî û derûnî ve. Di heman demê de, rûbirûbûna tundûtûjiya zayendî û fîzîkî, nehiştina lekeya civakî, û dabînkirina ewlehî û beşdariya siyasî ya çalak a wan li Şingalê.

Di dawiyê de, em dubare dikin ku yekîtî û karê hevbeş ê di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de garantiya sereke ya parastina destkeftiyan û gihîştina aştî, azadî û demokrasiyê ye. Em hêvîdarin hemû alî bi hestkirina bi berpirsiyariya dîrokî bi hawara van pêşniyaran ve bên û gavên pratîkî ji bo cîbicîkirina wan bên avêtin.”