Beşdarên festîvalê: Em bi şanoyê dibin çav û neynika civaka xwe

Beşdarên Festîvala 4‘emîn a "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê" diyar kirin ku ew hewl didin bi şanoyê bidin çav û neynika civaka xwe.

Beşdarên festîvalê: Em bi şanoyê dibin çav û neynika civaka xwe
Beşdarên festîvalê: Em bi şanoyê dibin çav û neynika civaka xwe
Beşdarên festîvalê: Em bi şanoyê dibin çav û neynika civaka xwe
Beşdarên festîvalê: Em bi şanoyê dibin çav û neynika civaka xwe
2 mijdar, 2026   07:53
KOBANÊ
SILAVA OMAR

Şanogerên beşdarî Festîvala 4'emîn a "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê" bûne, hest û nêrînên xwe ji ajansa me (ANHA) re anîn ziman.

Endama Koma Şanoyê ya Şehîd Yekta, Leyla Ehmed anî ziman ku ew şanoyê wekî rêyeke sereke dibînin û got: "Armanca me ya tevlêbûna festîvalê ew e ku em bi rêya şanoyê piştrast dibin ku em dikarin bibin çav û neynika civakê. Berhemên ku em di vê şanoyê de derdixin pêş di bin dirûşmeya 'Ji her bajarekî çîrokek, ji her dilekî romanek' tên pêşkêşkirin."

Leyla bal kişan ser rola jinan di festîvalê de û wiha anî ziman: "Em dixwazin her tim rola jinan bilind be. Îro şanogeran berxwedana Arînê nîvisandin û li pey doza wê dimeşin. "

 Leyla Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku em tê re derbas bûn, em bi hemû hêz, hewldan û hezkirina xwe hewl didin vî karî bi ser bixînin û pêşkêşî gelê xwe bikin."

Derhênerê şanoyê yê ji bajarê Efrînê Ebdurehman Omer jî bal kişand ser tevlêbûna komên ji gelek bajaran a festîvalê û diyar kir ku ji her bajarekî çîrokek di vê festîvalê de heye û her bajarek çîroka xwe li ser dikê dilîze.

Omer ku  bi koma xwe ya şano ‘Piştî Hilweşînê‘ beşdarî festîvalê bû, şehîd Arîn Mîrkan bi bîr anî û bi van gotinan hestê xwe anî ziman: "Em pir kêfxweş in ku îro hemû pêkhateyan li vir amade ne û şanoya xwe bi hev re pêşkêş dikin. Em pir bi şans in ku her dem di vê festîvala bi navê Arîn tê lidarxistin de amade ne."

Endamê Navenda Çand û Hunera Ermenî ya ji bajarê Hesekê Mûhîb Mustefa jî destnîşan kir ku caran 4‘emîn e ku beşdarî vî festîvalê dibin û îsal şanoyeke bi navê ‘‘Yê ku Nayê" pêşkêş kirin.

Mustefa bal kişand ser dewlemendiya festîvalê û got: "Hemû pêkhate di vê festîvalê de amade ne. Me li vir gelek endam û şanogerên nû nas kirin."

Di dawiya axaftina xwe de, Mûhîb Mustefa kêfxwesiya xwe anî ziman ku ew pir bextewar e ku li bajarê Kobanê beşdarî çalakiyeke wiha ya şanoyê bûye.

Bi beşdariya komên şanoyê yên ji Kobanê, herêma Cizîrê, Reqa, Heleb û Şamê Festîvala 4’emîn a ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê‘‘ 30‘yê Cotmehê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dest pê kir. Festîvala ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi dirûşma ‘‘Ji Her Bajarekî Çîrokek, Ji Her Dilekî Romanek‘‘ hatiye organîzekirin wê 4‘ê Mijdarê bi dawî bibe.

(so/k)

ANHA