Li Eyn Îsayê konferansa komînan hat lidarxistin

Di çarçoveya rêze konferansên ku herêm û bajarên de îro konferansa komînên bajarê Eyn Îsayê hat lidarxistin.

Li Eyn Îsayê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Eyn Îsayê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Eyn Îsayê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Eyn Îsayê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Eyn Îsayê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Eyn Îsayê konferansa komînan hat lidarxistin
Li Eyn Îsayê konferansa komînan hat lidarxistin
30 mijdar, 2025   14:52
EYN ÎSA

Konferans bi deqeyek rêzgitinê dest pê kir, piştre hevseroka Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê Ezîza Merî  der barê girîngiya konferansê û rola komînan di rêxistinkirin û avakirina civakan de axivî.

Di konferansê de pergala civakî û rêxistinî ya komînên demokratîk li gorî peymana civakî ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat xwendin.

Beşdarên konferansê pergala komînan gotûbêj kirin û bal kişandin ser girîngiya çalakirina rola komînan.

Ji rêveberên Kongra Star, Ruqeya Mihemed bal kişand ser girîngiya rol û tevlêbûna jinan di pergala komînan de û  destnîşan kir ku jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kevirê bingehîn ê avakirina civakê ne, ji komînê bigire heya hemû saziyên din ên herêmê.

Piştî gotûbêjên berferh konferans bi çend encamên sereke bi dawî bû, wek pêşxistina hişmendiya komunal, aktîvkirin û rêxistinkirina hêzên parastina civakê di her komînê de, avakirina komînên jinan û parastina ewlehî û aştiya navxweyî.

Lidarxistina vê konferansê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina konferansa gitş ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, pêk hat.

(k)