Li Idlibê kesekî zaroka xwe bi işkenceyê kuşt

Li gundewarê Idlibê kesekî 2 zarokên xwe bi awayekî hovane işkence kir di encamê de zarokek mir.

Li Idlibê kesekî zaroka xwe bi işkenceyê kuşt
30 mijdar, 2025   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî li gundewarê Idlibê ragihandin ku kesekî 2 zarokên xwe bi awayekî hovane işkence kir, di encamê de zaroka 12 salî jiyana xwe ji dest da, birayê wê 8 salî ji rakirin nexweşxaneyê.

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku bavê zarokan ku guman heye madeyê hişbir bi kar tîne, di çend rojên dawî zarokên xwe işkence kirine.

Zarokê din jî ku li ser laşê wî şûna gelek birînan hebû rakirin nexweşxaneyê.

Ji destpêka salê ve li herêmên Sûriyeyê 368 kiryarên sûc pêk hatine, di encamê de 423 kes, 325 mêr, 30 zarok û 66 jin, htine kuştin.

(k)