Gel li 2 bajaran meşiyan: Dem dema azadiya Rêber Apo ye

Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan herikîn qadan.

30 mijdar, 2025   15:18
HESEKÊ

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna mafê hêviyê bi sedan şêniyên bajarên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê meşên girseyî li dar xist.

TIL TEMIR

Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê bi pêkhateyên wê Ereb, Kurd, Asur û Suryan ji çerxerêya Qendîlê ya têketina Til Temirê dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hatin vekirin. Bê navber jî dirûşemên bi banga azadiya wî hatin berzkirin.

Meş li staduyma Şehîd Bilind a naverasta bajar veguherî mîtîngê. Li vir ji rêveberên Kongra Star Sena El Samir bi navê şêniyên Til Temirê axivî û got, azadiya Rêber Abdullah Ocalan bingeha çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û tecrîdkirina wî ji cîhanê hewldanên aştiyê asteng dikin. Senayê got, azadiya jinan û tevahiya civakê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne.

Ji fermandarên Meclisa Parastina Xabûrê Şemas Keverkîs jî axivî û destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan zemîna xurt a jiyana hevbeş ava kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber baweriya me bi fikir û felsefeya Rêbertî me herêmên xwe ji terorê û tevliheviyê parastin. Tecrîda li dijî wî, di heman demê de li dijî projeya aştiyê ye ku bi mîlyonan kes pê bang dikin."

Di mîtîngê de bi navê şêniyên Zirganê jî hevseroka Meclisa PYD’ê ya Zirganê Salih Simo jî diyar kir ku bi saya ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke demokratîk, jiyana hevbeş, azadiya jinan û edaleta civakê pêş xistin. Salih Semo anî ziman ku berdewama tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî vê modelê û nirxên wê yên mirovî ye.

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Dirbêsiyê jî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji qada Jina Azad ber bi çerxerêya Gardînyayê ve meşiyan. Girse wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

Li çerxerêya Gardînyayê endama Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê Rexeda Şihada  axivî û anî ziman ku doza Rêber Abdullah Ocalan bi hemû aliyên xwe qanûnî, siyasî û mirovî ye.

Rexda Şihada di dewama axaftina xwe de got: "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Bazar li ser azadiya wî nayê kirin. Bi zextên li ser wî edaleteke rasteqîn pêk nayê, lê bi diyalogan pêk tê."

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk li bajarê Dirbêsiyê Siûd Dirbas jî da zanîn ku mafê hêviyê di zagonên naveteweyî de hatiye destnîşankirin û mafê her girtiyekî ye ku wî bi dest bixe, lê dewleta Tirk a dagirker vî mafî nade Rêber Abdullah Ocalan.

Dirbas wiha pê de çû: "Îmralî keleha berxwedan û aştiyê e, çavkaniya ramanêm demokratîk e û rêya ber bi civaka demokratîk û jiyana hevbeş ve ye. "

Çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi Rêber Abdulla Ocalan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA