Li eniyên şer ên Kobanê û Hesekê rewşa bêdengî û hişyariyê heye

Li eniyên şer ên kantona Cizîrê û bajarê Kobanê aramiyeke bihişyarî heye, ji duh êvarê ve pevçûn çênebûne.

Li eniyên şer ên Kobanê û Hesekê rewşa bêdengî û hişyariyê heye
23 ÇILE, 2026   11:59
NAVENA NÛÇEYAN

Îro li eniyên şer ên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, aramiyeke bihişyarî heye.

QSD û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li seranserê herêmê, li hemû bajar û bajarokan belav bûye û di rewşa amadebaşiyê de ye, her wiha li herêmê rewşa hişyarî û seferberiya giştî dewam dike.

(k)