Seferberên ji Başûr û Rojhilat: Em ji bo parastinê hatin Rojava

Kurdên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bersiva banga seferberiyê dan û hatin Rojava, diyar kirin ku ew ji bo tevlîbûna berxwedana li dijî DAIŞ’ê û êrişên komkujiyê hatine vir.

Seferberên ji Başûr û Rojhilat: Em ji bo parastinê hatin Rojava
23 ÇILE, 2026   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên ku ji bajarên Silêmanî, Kerkuk û Rojhilatê Kurdistanê tevlî seferberiya Rojava bûne, nêrînên xwe anîn ziman. 

Seferberan diyar kirin ku ew bi armanca piştgiriya berxwedana Rojava hatine û dê li hemberî êrişên DAIŞ û komkujiyan têbikoşin.

Seferberan bang li tevahiya Kurdan kirin ku tevlî berxwedana Rojava bibin.

(a)

ANHA