QSD'ê hêzên xwe ji Girtîgeha Aqtanê kişandin

QSD'ê hêzên xwe yên ku Girtîgeha Aqtanê ya li bajarê Reqayê  diparazin, kişandin.

QSD'ê hêzên xwe ji Girtîgeha Aqtanê kişandin
23 ÇILE, 2026   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD’ê piştî êrişên komên hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk ên li ser Tebqa û Reqayê, Girtîgeha Aqtan a ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên girtin, xistibûn bin parastinê. 

Ji 18’ê Çileyê komên hikûmeta demkî bi çekên giran û dronan êrişî girtîgehê dikirin. Şervanên QSD’ê jî li hemberî êrişan berxwedan nîşan da û nehiştin ku DAIŞ’yên girtî birevin. Tevî dorpêça giran û qutkirina av û ceyranê jî şervanan herêm parast.

QSD’ê şevê din, hêzên xwe ji girtîgehê kişandin û veguhestin Kobanê.

Karwanê şervanên QSD'ê gihîşt Kobanê.

Çav li rê ye ku QSD derbarê mijarê de daxuyanî bide.

(a)

ANHA