Li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Yekîneyên TOL ên QSD`ê li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin ku di barkirin û belavkirina çekan de dixebitin.

Li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
7 tebax, 2025   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê girtine. 

Daxuyaniya navendê bi vî rengî ye: “Yekîneyên operasyonên leşkerî (TOL) ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, li herêma Cewayic Zîban a Dêrazorê, operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li dar xist ku di barkirin û belavkirina çekan de çalak e.

Di encamê de 2 endamên şaneyê hatin girtin. Hewldanên hêzên me ji bo jihevxistina torên rêxistina terorîst û xurtkirina ewlehiya herêmê berdewam in.”

(şx)