Li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan

80 cangoriyên azadiyê yên mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê li Dirbêsiyê hatin bibîranîn.

Li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan
Li Dirbêsiyê bîranîna şehîdan
29 mijdar, 2025   16:19
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê ji bo bîranîna 80 şehîdên mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê merasînek li dar xist. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê bi beşdariya bi dehan şêniyan pêk hat.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Edle Misto axivî û keda şehîdan ji bo azadî û parastina nirxên gelan vegot. Edla Misto anî ziman ku bîranînên şehîdan wê zindî bimînin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Omran Orkêş jî axivî û diyar kir ku fedakariyên şehîdan bingeha parastina xak û gelan in.

Piştre sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de û wêneyên şehîdên hat pêşandan. Bîranîn bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA