Ciwanek piştî derbasî avahiya Wezareta Karên Derve bû winda bû

Ciwanekî ji Sewêdayê piştî ku derbasî avahiya Wezareta Karên Derve ya Hikûmta veguhêz a Sûriyeyê li Şamê bû, têkilî pê re qût bû.

Ciwanek piştî derbasî avahiya Wezareta Karên Derve bû winda bû
29 mijdar, 2025   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata Ciwanekî ji bajarokê Kefer Nibil yê gundewarê Siwêdayê diyar kir ku kurê wan ji roja Çarşema derbasbyî ve li Şamê winda ye.

Malbatê diyar kir ku kurê wan Mutesim Îsmaîl Ednan yê 26  salî, roja Çarşemê ji bo hin kaxetên fermî û pasoprta kesekî ji malbatê mohr bike, çûye Şamê û piştî ku derbasî avahiya Wezareta Karên Derve ya Hikûmta veguhêz a Sûriyeyê ya li Şamê bû, agahê jê qut bûne.

Malbatê diyar kir ku hewldanên wan ên naskirina rewşa kurê xwe heta niha bê encam in û ji aliyên têkidar xwest ku alîkariyê bikin û çarenûsa kurê wan eşkere bikin.

(k)