Koma Şahmaran a folklora kurdî hat avakirin

Tevgera Çand û Hunera Jinên Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê komeke hunerî bi navê "Şahmaran" ava kir. Kom berhemên folklorîk ên kurdî pêşkêş dike.

Koma Şahmaran a folklora kurdî hat avakirin
Koma Şahmaran a folklora kurdî hat avakirin
Koma Şahmaran a folklora kurdî hat avakirin
Koma Şahmaran a folklora kurdî hat avakirin
Koma Şahmaran a folklora kurdî hat avakirin
29 mijdar, 2025   16:17
REQA

Li qada Desteya Çandê ya kantona Reqayê berhema yekemîn a Koma Şahmaran a Tevgera Çand û Hunera Jinên Hîlala Zêrîn hat pêşkêşkirin. Kom ji 13 jinên ciwan pêk tê û govendên kurdî pêşkêş dikin.

Der barê mijarê de, rêvebera tevgerê Mîdya Silêman got kom di 9'ê Mijdarê de piştî perwerdeyên demdirêj ên li ser govendên kurdî wekî yên herêma Amedê û yên herêma Wanê, hat avakirin.

Mîdya Silêman ji ajansa me re got wan ev nav ji çîroka Şahmaranê girtiye û xwest nîşan bidin ku jinên rastî zordariyê tên, ji nû ve serî hildidin.

Berhema yekemîn a komê govendeke ji herêma Wanê bû.

Di dawiya axaftina xwe de Mîdya Silêman got koma wan plan kiriye ku di çalakiyên çandî yên bê de beşdar bibe.

(mh)

ANHA