Li dijî dibistanekê li Almanyayê êriş

Di êrişa li dibistaneke başûrê Almanyayê de çend kes birîndar bûn. Polîsan gumanbarek girt û lêpirsîna xwe didomîne da ku şert û mercên bûyerê û asta birîndaran aşkera bike.

Li dijî dibistanekê li Almanyayê êriş
8 tîrmeh, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di êrişeke li dibistaneke navîn a li parêzgeha Bavyerayê ya başûrê Almanyayê de çend kes birîndar bûn. Polîsan diyar kir ku gumanbarekî destê wî di bûyerê de heye hat girtin.

Polîsên herêmî di posteke li ser platforma Xˊê de diyar kir ku wan agahî wergirtin ku ji ber êrişekê birîndar çêbûne û piştrast kir ku gumarbar di destê wan de ye.

Rayedaran heta niha awayê êrişê yan jî şert û mercên wê aşkera nekirine û destnîşan kir ku hejmara birîndaran û asta birînên wan hîn jî têne lêkolînkirin.

Polîs ji niştecihan xwestiye ku heta ku tedbîrên ewlehiyê û lêpirsîna berdewam biqedin, ji herêma derdora dibistanê dûr bisekinin.

(fr)