Li Belûçistanê 42 endamên artêşê û polîs hatin kuştin

Artêşa Pakistanê ragihand ku di 3 êrişên li Belûçistanê de, ji 6ˊê Tîrmehê ve, 42 endamên artêşê û polîs hatine kuştin, di heman demê de piştî êrişan 54 çekdar jî hatin kuştin.

Li Belûçistanê 42 endamên artêşê û polîs hatin kuştin
8 tîrmeh, 2026   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pakistanê ragihand ku ji 6ˊê Tîrmehê û vir ve 42 endamên artêş û polîsan di 3 êrişên ku ji aliyê çekdaran ve li herêma Belûçistanê ya başûrê rojavayê Pakistanê hatine kirin de hatine kuştin.

Artêşê di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re got hêzên ewlehiyê di operasyonên piştî êrişan de 54 çekdar kuştin û ragihand ku hewldanên ewlehiyê yên serdegirtina kesên êrişkar de didomin.

Li herêma Belûçistanê cara caran êrişên li dijî hêzên ewlehiyê û avahiyên hikumetê tên kirin.

(fr)