Li dijî baregeha PAK’ê êriş

Piştî êrişa bi dronan a li ser Hewlêrê û şûnde Partiya Azadî ya Kurdistanê ragihand ku bi du mûşekên balîstîk li pey hev êrişî ser baregeha Çemşar a nêzkî Dareşkeran hate kirin û hatin têkbirin.

Li dijî baregeha PAK’ê êriş
21 tîrmeh, 2026   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî bi çend dronan êrişî bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hate kirin û şûnde bi mûşekên balîstîk êrişî baregeha Partiya Rojhilatên Kurdistanê hate kirin.

Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ragihand ku êrişî baregeheke wan hatiye kirin.

PAK’ê eşkere kir ku saet 08:30’î bi du mûşekên balîstîk li pey hev êrişî baregeha Çeşar Darşekeran hate kirin.

Hate ragihandin ku berî mûşek bigihêjin armanca xwe ji aliyê sîstema parastinê ya esmanî ve hatin tinekirin.