Li gundekî Şehbayê gelek kes hatin girtin

Hêzên hikumeta demkî li gundê Neyrebiyê yê herêma Şehbayê gelek kes girtin.

Li gundekî Şehbayê gelek kes hatin girtin
21 tîrmeh, 2026   22:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî li gundê Neyrebiyê yê Şehbayê hin kes girtin û hin sewqî girtîgehan kirin.

Li gorî çavkaniyan ji kesên hatine girtin ev in: Ebdulcewad Welo Muxtar, Ebdulcelîl Hac Elî, Mihemed Selah Mihemed, Hesen Selah Mihemed, Mihemed Ebdulqadir Welo, Xalid Ebdulqadir Welo, Hemîd Mihemed Hesen, Mûeyed Hemîd Hesen, Mihemed Hemîd Hesen, Umer Mûeyed (16) û Mihemed (14).

Çavkaniyan dane zanîn serdegirtina gund dewam dike û hin girtiyên din hene lê navên wan nehatin zanîn.

Çavkaniyan gotin, di dema serdegirtinê de jin binpêkirin li dijî jinan jî hatin kirin.  Nehat zanîn bê kar birîndar hene an na.

(bb)