DYA û Îran li ser çarçoveya bidawîkirina şerê li hev kir

Îran û DYA‘yê li ser çarçoveya bidawîkirina şer û vekirina Tengava Hurmuzê li hev kirin.

DYA û Îran li ser çarçoveya bidawîkirina şerê li hev kir
21 tîrmeh, 2026   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê îro ragihandin ku wan li ser çarçoveyek pêşîn ya ji bo bidawîkirina şer, rakirina cezayên li ser Îranê û vekirina Tengava Hurmuzê li hev kirine. Lê  bernameya nukleerî ya Îranê ji bo dan û standinên bê hat talqokirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di nivîsekê de ku li ser platforma xwe ya Truth Social weşandiye got lihevkirina bi Îranê re "temam" e.

Beriya wî jî Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ragihand ku lihevkirinek di navbera her du aliyan de çêbûye.

Şerîf anî ziman ku lihevkirin li ser bidawîkirina dimildest a şer û çalakiyên leşkerî li hemû eniyan û Lubnan jî di nav de çêbûye.

Hate ragihandin ku metna lihevkirinê dê roja Înê bi fermî li Swîsreyê were îmzekirin, lê hûrguliyên tevahî bendên lihevkirinê hîn nehatine eşkerekirin.

(bb)