Li derdora Bendava Tişrînê rewş aram e

Li derdora Bendava Tişrînê, piştî ku şeva borî rastî topbarana hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatibû, rewş vê sibê aram e. Hêzên Sûriyeya Demokrtîk (QSD) jî di rewşa amadebaşiyê de ye.

Li derdora Bendava Tişrînê rewş aram e
16 kanûn, 2025   10:06
KOBANÊ

Nûçegihanê me ragihand ku derdora gundên Hec Hisên û Şêx Mehşî û Girê Syriatel ên nêzî Bendava Tişrînê yên li başûrê Kobanê, rewş vê sibê aram e. 

Şeva borî gundên Hec Hisên, Şêx Mehşî û Girê Syriatel ên nêzî Bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê rastî topbaran hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatibûn. Şervanên QSD`ê jî bersiva êrişan da.

Di vê navberê de şervanên QSD`ê li hember her geşedanekê li herêmê di rewşa amadebaşiyê de ye.

(k)