Yekitiya Parêzerên Reqayê kongreya 5’an li dar xist

Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist.

Yekitiya Parêzerên Reqayê kongreya 5’an li dar xist
Yekitiya Parêzerên Reqayê kongreya 5’an li dar xist
Yekitiya Parêzerên Reqayê kongreya 5’an li dar xist
Yekitiya Parêzerên Reqayê kongreya 5’an li dar xist
Yekitiya Parêzerên Reqayê kongreya 5’an li dar xist
Yekitiya Parêzerên Reqayê kongreya 5’an li dar xist
Yekitiya Parêzerên Reqayê kongreya 5’an li dar xist
16 kanûn, 2025   10:29
REQA

Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê duh kongreya xwe ya 5’emîn bi dirûşma "Piştgirîkirina rola parêzeran, parastina pîşeyê û piştgirîkirina serxwebûna dadgehê, ji bo avakirina civaneke dadperwer" li dar xist.

Kongre li hola Yekitiya Parêzeran a li bajarê Reqayê bi amadebûna hevserokên Meclisa Rêveber û Meclisa Demokratîk a Gelan, hevserokên Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)pêk hat.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre bike endamê  Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê  Cahid Hesen rewşa siyasî nirxand. Hevseroka Yekitya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemaledîn jî axivî û got: " Weke  parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me têkiliyek pîşeyî û yasayî bi Meclisa Edaleta Civakî re çêkir. Me karî rêveberiya xweser û yekitiyan ava bikin."

Beşîrayê  bal kişand ser rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û got, di qadên qanûnî, sivîl û civakî de pêşengiyê dikin.

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên 2 salan ên Yekitiya Parêzeran hat pêşandan. Li ser rêziknameya yekitiyê jî nîqaş çêbûn. Piştî nîqaşan jî rêzikname hat pejirandin.

Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin. Di encamê de Remedan El Hadî û Mehabat Etê wekî hevserokên Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê, Ednan El Mihemed û Mihemed Hemed El Elî jî wekî endamên Desteya Rêveber a yekitiyê, her wiha Sêvdar Elî jî weke nûnera jinan di yekitiyê de hatin hilbijartin.

(b)

ANHA