Nûnertiya Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Fasê re xwest

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bakurê Afrîkayê ji ber felaketa lehiyê sersaxî ji Fasê re xwest.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Fasê re xwest
16 kanûn, 2025   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Asfî yê Fasê yê li perava Atlatîkê berî 2 rojan lehî rabûbû. Di encamê de 37 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek mal û dikan binav bûn.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bakurê Afrîkayê peyama sersaxiyê ji bo Qraltiya Fasê re weşand.

Nûnertiyê xemgîniya xwe ji ber vê êşê anî ziman, dilovanî ji giyanê qurbaniyan re hêvî kir û şîfaya lezgîn ji birîndaran, her wiha silametî ji mexdûran re xwest.

Nûnertiyê piştgiriya xwe bi gelê Fasê û hikumeta wê re anî ziman.

(b)