Li Dêrazorê rojane 15 kes ji ber germahiyê nexweş dibin

Ji ber germahiya zêde rojane Nexweşxaneya Giştî ya Firatê ya kantona Dêrazorê 15 rewşan pêşwaz dike.

Li Dêrazorê rojane 15 kes ji ber germahiyê nexweş dibin
Li Dêrazorê rojane 15 kes ji ber germahiyê nexweş dibin
Li Dêrazorê rojane 15 kes ji ber germahiyê nexweş dibin
Li Dêrazorê rojane 15 kes ji ber germahiyê nexweş dibin
Li Dêrazorê rojane 15 kes ji ber germahiyê nexweş dibin
29 tîrmeh 2024   07:05
DÊRAZOR
 ELAA EL XELEF

Dema ku germahiya gewdeya mirov 40 pileyan derbas dike, germahiya tavê çêdibe û gewde li hember sarbûnê û kontrolkirina pileya germahiyê aciz dibe.

Rewşa nexweşiya germahiya zêde rewşeke awarte ye û pêwistiya wî bi destwerdana lezgîn û çavdêriya bijîşkî heye. Eger ew di demeke kurt de neyê çareserkirin ew ê bandoreke neyênî ya mezin li organên leşê mirov bike û di hin rewşan de jî mirov digihîne asta wefatê.

Bijîşkên Nexweşxaneya Giştî ya Firatê diyar kir ku nexweşxane rojane 15 rewşên bi nexweşiyên germahiyê dikevin ku piraniya wan jî zarok in, pêşwaz dike.

Di hefteyên dawîn de li seranserî Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet pileyên germahiyê tavê bilind bûn ku li hin deveran gihîştin 45 pileyan.

Bijîşk Mihemed El Hisên ê Nexweşxaneya Firatê diyar kir ku sedema sereke ya nexweşiya germahiya tavê karkirina bi saetên dirêj li herêmên germ û li cihên hawa kêm e.

Bijîşk El Hisên destnîşan kir ku ji nîşanên germahiya tavê serêş, veriş û hişçûn e. Dermanê sereke jî kêmkirina germahiya bedenê bi rêya avê yan jî dermanên kêmkirina germahiyê ye.

El Hisên bang li şêniyan kir ku xwe nedin ber tava rojê, cilên fireh ên bi rengên vekirî li xwe bikin û ji bo saetên dirêj li ber tava rojê kar nekin. Her wiha destnîşan kir ku di encama germahiya tavê de rewşên pûçbûna mejî û rewşên aloz ên ku pêwistiya wan bi bijîşkên pispor heye, çêdibin.

Bijîşkê pispor ê beşa zarokan Feysel El Îsa diyar kir ku herî zêde di navbera saet 10'ê sibehê heta 4'ê êvarê zarok ji ber germahiya tavê nexweş dibin û nîşanên vê rewşê li wan xuya dibin. Ji bo dermankirina ji vê rewşê jî pêwist e ji ber tavê were bidûrketin, avê zêde vexwin.

Der barê rêbazên dermankirinê de bijîşk El Îsa got: "Pêşî pêwist e zarok ji mal dernekevin, li ber tavê negerin û avê pir vexwin. Her wiha em bang li şêniyan dikin ku nehêlin zarokên wan di saetên ku hatine diyarkirin de derkevin ber tavê, eger derketin jî bila kuman bidin serê zarokan da ku wan ji tava rojê biparêzin."

Li bajar û bajarokên kantona Dêrazorê 8 nexweşxaneyên giştî û 34 navendên tenduristiyê hene ku beyî pere alîkariya bijîşkî pêşkêş dikin.

(mh/fr)

ANHA