Bi wesîleya salvegera fermanê çalakî hatin lidarxistin

Di çalakiyên li Helebê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê de armancên êrişa çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê, encamên wê, rola PDK'ê di hêsankirina qirkirinê de û rola gerîla û YPG'ê di parastina gel de, hatin bibîranîn.

3 tebax 2024   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

 Mala Êzidiyan a Helebê bi boneya salvegera 10’an a komkujiya li Şengalê panelek li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Panele ku endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û hêzên leşkerî beşdar bûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Bi navê Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê Fewzî Çîlo bi rêya nameyeke bi dîmen beşdar bû. Fewzî Çîlo bal kişand ser siyasetên pergalên serdest û got : "Ev pergal li ser xwîna gelan ava bûne. Dema dewleteke hegemonîk lawaz dibe û pirsgirêkên wê çêdibin êrişî gelan dike ku di rêya êriş û derxistina şeran de çareseriyan ji pirsgirêkên xwe re dibînin."

Mijara yekemîn a panelê ji aliyê hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Menan Cafer ve hat şîrovekirin. Cafer kesên ku Şengalê rizgar kirin û yên ku piştgirî dan DAIŞ’ê vegot: "Yên ku rê li ber DAIŞ’ê vekirin ku êrişî Şengalê bikin Iraq û Tirkiye bûn. Pêşmergeyên PDK’ê jî ji Şengalê vekişiya û xelkên wê li pêşberî komkujiyan rû bi rû hiştin.

 Menan anî ziman ku armanca komkujiya li Şengalê koçberkirina êzidiyan ji warên wan ên resen, talankirina xêr û bêra Kurdistanê û xirabkirina pîrozeyên wî yên dîrokî bû.

Mijara duyemîn a panelê ji aliyê rêveberê Nivîsgeha Hiqûqî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kantona Efrîn-Şehba Beşîr Xezal ve hat şîrovekirin. Beşîr bal kişand ser rola YPJ û YPG’ê di parastina Şengalê de û got: "YPG û YPJ’ê  ji bo rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi çek û teknîka pêşketî êriş kirin, kerîdoreke herî mezin di dîroka nûjen de vekir. Bi sedan kes rizgar kirin û wan gihandin kamp û gundan. Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazkirina êzidiyên Şengalê tevahî îmkanên xwe seferber kirin. Beşa Şengaliyên xwe spartibûn çiya ji aliyê gerîlayan û şervanên xwecih ve hatin parastin. Di oxira rizgarkirina Şengaliyan zêdetirî 150 şervan şehîd bûn."

Beşîr Xezal îşaret bi helwesta dewletên hegemonîk kir û ev nirxandin kir: "Dewletên hegemonîk doza Kurd tune hesab dikin. Fermana 2014’an a li Şengalê di çarçoveya vê yekê de pêk anîn."

Beşdaran li ser mijara panelê nerînên xwe anîn ziman. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Remzî Şêxmûs got: "Bi saya projeya neteweya demokratîk me alozoiyên mezheb, netewe û olan derbas kirine. Lê li Iraqê ev pirsgirêk hîn ji holê ranebûye. Sedema beşdariya PDK’ê di komkujiya li Şengalê de ew e ku ji bilî îslamê tu baweriyên din qebûl nake."

Rêveberê PYD’ê Kamîran Bîlal bal kişand ser dewlemeniya xaka Kurdan û diyar kir ku ji ber vê dewlemendiyê dewletên hegemonîk hewl dan bi rêya DAIŞ’ê kok, dîrok û zimanê Kurdan li Şengalê qir bikin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Helebê Zagors Heleb jî got: "Şengal paytexta adet, ziman û nasnameya Kurd e. Erişa DAIŞ’ê bi armanca qirkirina çandê bû."

Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrîn-Şehbayî jî çalakiyek li dar xist.

Endamê Desteya Hevserokatiya Yekitiya Êzidiyên Kantona Efrîn-Şehba, komkujî, reva hêzên PDK’ê ji Şengalê di dema êrişa DAIŞ’ê de û hiştina Şengaliyan di nava pencên qirkirinê de vegot.

Her wiha kişand ser nirxanên Rêber Abdullah Ocalan ên beriya komkujiyê ku banga rêxistinbûyîn û xweprastinê li civaka êzidî û parastina wan ji xetereyan kiribû.

Piştre helbestvan Mehmûd Temo helbest li ser komkujiyê xwend.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê û Desteya Çand û Hunerê ya Tebqayê bi boneya salvegera 10’an a komkujiya li Şengalê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiya bi dehan kes tevlê bibûn de şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn û belgefîlmek hat pêşandan, ji aliyê koma girêdayê navnda çand û  hunerê stran hatin gotin.

Di her sê çalakiyan de belgefîlmek li ser komkujiya DAIŞ a li Şengalê, berxwedana şervanên YPJ, YPG û gerîlayan a parastina Şengaliyan hat temaşekirin.

(mh-bb)

ANHA

 HELEB

şEHBA

TEBQA