`Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya mirovahiyê ye`

Welatiyên Çilaxa û Til Hemîsê anîn ziman ku daxwaza wan a yekane azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Azadiya Rêbertî azadiya tevahî mirovahiyê ye."

`Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya mirovahiyê ye`
29 tîrmeh 2024   02:35
QAMIŞLO
 BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarên Çilaxa û Til Hemîsê yên kantona Cizîrê nerazîbûn nîşanî tecrîda mutleq a domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan da.

Welatiyê bi navê Ebdusetar Xidêr diyar kir ku tevî mercên giran ên li girtîgeha Îmraliyê, Rêber Abdullah Ocalan girtîgeh kir navenda zanist û felsefeyê û tezên wî ji bo nifşan xeteke ku li ser bimeşin.

Xidêr destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê yekane yê banga mafan, wekhevî û edaleta civakî dike û diyar kir ku mirovên ku lêhûrbûnê di îdeolojiya Rêbertî de çêbikin dibin kesayetên çalak ku karin xwe û civaka xwe bi rêxistin bikin.

Ebdusetar Xidêr bi van gotinan dawî li axaftina we anî "Çi bikin jî wê nikarbin me ji Rêbertiya me dûr bixin. Em ê şopdarên xeta wî bin."

Welatiyê bi navê Bengîn Ebdo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşîn û berxwedanê kir û got: "Ji bo em karibin azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin ji me tê xwestin berxwedaneke cidî bikin û lêhûrbûneke mezin di fikr û felsefeya wî de çêbikin. Eger em têkoşîneke rasteqîn nekin ne mumkin e azadiya fîzîkî pêk bînin. Li ser vî esasî divê em tê bikoşin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin. Rêber Ocalan ji bo me di mercên herî zehmet de tê dikoşe û li ber xwe dide. Wekî gelê ku ramanê wî ji xwe re esas girtiye divê em bi cidî kar bikin heya azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Welatiya bi navê Senaa Yûnis tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dom da axaftina xwe: "Ji mafê her siyasetmedarekî ye ku bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Lê tişta li dijî Rêber Abdullah Ocalan dikin, sûcekî li dijî mirovahiyê û sûcekî siyasî li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye. Divê kesên têkildar xwedî li doza Rêbertî derkevin û rê bidin hevdîtinan."

Sena got: "Dixwazin bi tecrîdê, Rêbertî ji me dûr bixin. Lê negengaz e ev tişt pêk were. Em gelekî li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan mezin û şiyar bûne. Dizanim armancên dijmin ji komployên li dijî me û Rêberê me çi ne. Ne pêkan e, wî ji me dûr bixin. Em ê her tim li ser şopa ramanên wî bin ta ku azad bibe."

Welatiyê bi navê Hemadî El Hiwêyan ji şêniyên bajarê Til Hemîsê ye, der barê mijarê de wiha axivî: "Çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar dikevin, bersiveke biçûk a fedakariyên fîlozofê mezin Rêber Abdullah Ocalan e ku ji bo gelê herêmê kirine."

Welatiya bi navê Fayize El Casim jî got ew mintedarên Rêber Abdullah Ocalan in û spasiya wî kir ji ber ku bi saya wî jin wekhevî û gelek destkeftiyên din di qadên sivîl û leşkerî de bi dest xistin û rola xwe ya pêşeng di civakê de lîst.

Fayize wiha domand: "Divê em çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêdetir bikin. Divê Tirkiye fêm bike ku heta Serokê me azad nebe, em rihet nasekinin."

(bb-şx)

ANHA

til hemis